Deklarasyona Platforma Yekîtiya Jinên Kurd

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ku li Amedê ava bû deklarasyonek weşand û işaret bi girîngiya yekîtiyê kir. Platformê pîvanên xwe jî eşkere kir.

Platforma Yekîtiya jinên Kurd, piştî civîna "Jinên Kurd li ser pêvajoyê diaxivin" a 23'ê Adara 2017'an a li Amedê di çarçoveya karên ji bo yekîtiya neteweyî de ava bû. Platformê deklarasyona xwe weşand.

Deklerasyona pîvan û prensîbên karê platformê wiha ye: 
 
"Em wek Jinên Kurd bi dirûşma gotina 'Ey Kurdino! Bibin yek; ku hûn nebin yek, hûnê biçin yek bi yek!' hatin gel hev. Me bi armanca avakirina Yekitiya Neteweyî û li hemberî zilm û zordariya li ser nasnameya Kurd û jinan û pişaftinê 'Platforma Yekitiya Jinên Kurd2 damezirand. Platforma me wê xebatên xwe li ser pîvanên li jêr pêk bîne.

Li ser vê bingehê Platforma Yekitiya Jinên Kurd:
 
* Ji destpêkê heta îro li her parçeyê Kurdistanê, hemû jinên ku di têkoşîna li hemberî zilmê de cih girtine wek nirxên xwe dibîne.
 
*Berjewendiyên neteweyî yên Kurdan û Yekitiya Jinên Kurd li pêş berjewendiyên hemû komele, sazî, inisiyatîf, tevger û partiyên siyasî dibîne.
 
* Hemû cudahiyên siyasî, olî û nasnameyan wek sedemên nakokiyan nabîne; van cudahiyan wek pêwîstiyên demokratîk dihesbîne.
 
*Zimanê medyayê yê erênî jî bo Yekitiya Kurdan û jinan wek hewcedariyeke sereke ye dibîne.

*Girîngiyê dibîne ku ji tecrûbeyên jinên Kurd ên têgihiştî sûdê werbigire; di pêvajoyên nakokî û şerê navbera Kurdan de girîngiyê dide rista wan a çêker a yekitiyê.

*Zimên wek ji stûnên sereke yê nasnameyê dibîne û di vê çarçoveyê de piştgiriyê dide hemû xebatan.
 
* Zimanê diyalogê yê ji bo Yekitiya Jinan û Kurdan girîng dibîne.
 
*Li hemberî hemû zilm, zordarî, tundî û cûdakariya li ser jinên Kurd û Kurdistanî derdikeve û ti cudahiyê naxe navbera ol, mezheb û nêrînên siyasî yên jinan û li gel têkoşîn û vîna wan a hevpar cih digire."