Dayikên Şemiyê çalakiya hefteya 524. pêk anîn
Dayikên Şemiyê ku çalakiya xwe di 524'min hefteya de jî domandin, vê hefteyê aqûbeta Nurettîn Yedîgol ê 12'ê Nîsana 1981’an hat binçavkirin û windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê ku çalakiya xwe di 524'min hefteya de jî domandin, vê hefteyê aqûbeta Nurettîn Yedîgol ê 12'ê Nîsana 1981’an hat binçavkirin û windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê ku çalakiya xwe di 524'min hefteya de jî domandin, vê hefteyê aqûbeta Nurettîn Yedîgol ê 12'ê Nîsana 1981’an hat binçavkirin û windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin bipirsin çalakiya xwe ya 524'emîn li dar xist. Di çalakiyê de pankarta "Kujer diyar in winda li ku derê ne" hat vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê aqûbeta Nurettîn Yedîgol yê 12'ê Nîsana 1981’an hat binçavkirin û windakirin pirsîn.
’HESTIYÊ KURÊ XWE DI BER DILÊ XWE DE VEŞÊRIM’
Di çalakiyê de ji ber ku dayika Nurettîn Yedîgol, Zeyca Yedîgol nexweş bû nekarî tevlî bibe bi nameyekê tevlî çalakyê bû û wiha got:" 34 sal in her şev wextê ez sere xwe danim ser balgehê ez dibêjim kure min ti li ku derêyî, di sala 2011’an de min bi Serokkomar Erdogan re hevdîtinek pêk anî bû û min gora kurê xwe jê xwest. Lê wî kujerên kurê min ne dîtîn, kujerên kurê min nehatin darizandin. Ez ez gelek pîr bûme ez dixwazim hestiyê kurê xwe di ber dilê xwe de veşêrim.”
‘ÎŞKENCE LI YEDÎGOL KIRIN'
Piştî nameya dayika Yedîgol, Umît Efe yê ku wexte Yedîgol di bin çavan de îşkence dît bû şahîd jî anî ziman ku ew bi Yedîgol re ketine binçavan û wiha axivî:“Em bûn şahîdên îşkenceyan. Ji ber ku Yedîgol sosyalîst bû, ji ber bersiva polîsan ne dida ewqas îşkence lê kirin. Ceyran didan serê Yedîgol."
‘BILA HESTIYÊN ME BIDIN ME'
Birayê Yedîgol, Muzaffer Yedîgol jî axivî û diyar kir ku birayê wî di wextê biharê de hatiye kuştin û ev tişt got:"Ji bo me qet bihar nehatiye û çîçekan gul nevekirine. Meha biharê bi êş, kul, bêhevî û jan ji me re anîn.” Xwişka Yedîgol, Sevîm Yedîgol jî diyar kir ku ew tiştekî ji dewletê naxwazîn tenê hestiyê birayê xwe dixwazin û wiha berdewam kir: “Ez tenê gora birayê xwe dixwazim. Êşa ku me 34 sal in kişandin wan 100 salî jî nekişandiye. Em mafê xwe li wan helal nakin.”
Piştî xwişk Yedîgol, Parêzerê Yedîgol, Eren Keskîn mafê axaftê girt û diyar kir ku cudahiya doza Yedîgol heye û wiha got: “Şahidên doza Yedîgol hene. Ji ber ev şahid werin guhdarkirin me daxwazên xwe anîn ziman lê ev daxwaza me hat redkirin û dozgerî biryara bêşopandinê da.”
Piştî axaftina daxuyanî ji aliyê Îlkbay Eren ve hat xwendin. Eren da zanîn ku li Tirkiyê heqîqet, mafê mirovan, edaleta bê alî tineye. Eren bilêv kir ku polîsan li ser mala Yedîgol a li Îdealtepe ye girtine û kirine binçavan de û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “Piştî Yedîgol hate binçavkirin birin Midûriyeta Gayrettepê û li wir îşkence kirin. Li wîr ji aliyê Mete Altan û koma ku dibin fermana wî deye îşkence li Yedîgol kirine. Bavê Yedîgol di pêvajoya 12'ê Îlonê de serî li Rêveberiya Rewşa Awarte ya Stenbolê da, Dozgeriya Stenbolê ya mezîn da lê belê ji bo serlêdana wan ti bersiv nehate dayîn." Eren diyar kir ku 7 kesên ku dîtine Yedîgol di bin çavan de bi işkenceyê hatiye kuştin şahid bûne û got:“Li ser îfadeyan 7 şahidan dozgerî dibêje wiha nabe îftira li dewletê nekin."
Eren di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hişmendiya bila êdî dawî li derbeyên weke 12'ê Îlonê werin û xwest ku kujer werin dîtin û darizandin.