Dayîkên şemiyê: 25 sal in we dahatû û hêviyên me dizîn

Dayîkên Şemiyê di hefteya 647’an de li aqûbeta Mehmet Ertak pirsîn. Kurê Ertak Servet Ertak got ku, “25 sal in we dahatû û hêviyên dayîkên me dizîn.”

Dayîkên Şemiyê ji bo lêpirsîna aqûbeta windayan û darizandina kiryaran cara 647’an li Qada Galatasarayê hatin ba hev.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Ertak hate pirsîn ê ku di sala 20’ê Tebaxa 1992’an de di binçavan de hate windakirin. Di çalakiyê de diya Mûrat Yildiz, Hanîfe Yildiz axivî. Mûrat Yildiz jî di 23’ê Sibata 1995’an de di binçavan de hatibû windakirin. Hanîfe Yildiz got ku, “Aqûbeta kurê min eşkere bikin. Kesên ku kurê min ji min stendin, lêpirsînê li wan vekin.”

WE HÊVIYÊN DAYÎKÊN ME DIZÎN

Kurê Mehmet Ertak, Servet Ertak jî diyar kir ku ev çaryek sedsal e ku bavê wî winda ye û got, “Bavê min kesekî mûxalîf bû, lê ev nayê vê wateyê ku hûn wî bikujin. Heke sûcê wî hebûya ew ê cezayê xwe bikişanda. Em niha bi tenê gorekê dixwazin. Em gora bavê xwe dixwazin. 25 sal in we ji me dizîn? We dahatû û hêviyên dayîkên me dizîn.”

‘TIRKIYE NE DEWLETA HIQÛQÊ YE’

Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Yeter Îşler hate kirin. Îşler bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiye ne welatekî hiqûqê ye û bi sedan kes di binçavan de hatine windakirin.

‘SERÎLÊDANÊN MALBATÊ BÊENCAM MA’

Îşler got ku, “Mehmet Ertak li mezraya Rezûkê ya Şirnexê dijiya. Ji ber ku birayê wî çûbû çiyayan, pêkutî li malbatê dikirin. Mehmet du caran hate binçavkirin û îşkenceyeke giran li wî hate kirin. Di 20’ê Tebaxa 1992’an de dema ku ew û 3 xizmên xwe ji kar vedigeriyan, li cihê kontrolê polîsên fermî ew dan sekinandin û li vê derê Mehmet Ertak hate binçavkirin. 3 kes bûn şahidê binçavkirina Ertak û 6 kes jî bûn şahidên îşkenceya ku li Ertak hatibû kirin.”

Îşler diyar kir ku hemû serîlêdanên malbatê bêencam maye û dewletê binçavkirina Ertak jî înkar kiriye.

JI BO ELÇÎ Û ERTAK EDALET HATE XWESTIN

Îşler diyar kir ku di îtîrafên Mûrat Îpek ê ku di sala 1997’an de li Gerînendetiya Emniyetê ya Şirnexê de bi nasnavê “xebatkarê lêpirsînê” dixebitî, Mehmet Ertak bi fermana Gerînendeyê Emniyetê yê Şirnexê Necatî Altûntaş û Gerînendeyê Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê Mehmet Kaplan hatiye kuştin. Dema ku di warê hiqûqa navxweyî de tu encam derneket, parêzer Tahîr Elçî dosye bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê û DMME’yê di vê dosyeyê de Tirkiye mehkûm kir. Îşler diyar kir ku parêzerê vê dozê Tahîr Elçî jî fenanî Mehmet Ertak hate qetilkirin û 91 hefte ye di dosyeyê de tu pêşveçûn pêk nehatiye. Îşler diyar kir ku wê ji bo Tahîr Elçî û Mehmet Ertak edaletê bixwazin.