Dayikên Kurd pêşengên têkoşînê ne

Dayikên Kurd pêşengên têkoşînê ne

Dayikên Kurd li herêma Kobanê di hemû qadên têkoşînê de cihê xwe girtine.  Ji bilî beşdariya di nava xebatên sivîl de, di qada leşkerî de jî dixwazin bibin xwedî roleke girîng.

Jinên Kurd ku  di pêvajoya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de tevlî nava hemû çalakiyê sivîl bûn, piştî êrîşên komên çekdar yê ser herêmên Rojavayê Kurditanê dixwzin di qada leşkerî de jî bibin xwedî roleke girîng. Li herêma Kobanê gelek dayikên Kurd bûne nimûneya pêşengiya vê têkoşînê.

Fedîla Mihemed ya 45 salî, wek dayika şervanan bi şev û roj li navenda YPG'ê ya bajêr de di nava kar û xebatê de ye. Mihemed der barê xebatên xwe de ev tişt anîn ziman: " Ez nikarin çekan hilgirim û şer bikin, lê ez dikarin wek dayika şervanan xwarinê amade bikim û ji şervanan re rêkim."

Mihemed diyar kir ku di pêvajoya şoreşê de pêwîste hemû jinên Kurd piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin.

Dayikan her wiha li kêleka şervanan li bendên kontrolê nobet girtin û herêmê xwe ji komên çeteyan diparêzin.

Dayika bi navê Leyla Ehmed a 50 salî jibo ku piştgiriya şervanên YPG'ê yên li eniyên şer bike rojê 10 saetan li bendên kontrolê nobetê digre.

Ehmed wiha dibêje: " Dayikên Kurd ji bo parastina axa xwe dikarin malên xwe û zarokên xwe jî berde û tevlî nava têkoşînê bibe."

Emîna Xelîl jî mala xwe berdaye û piraniya rojên xwe li nexweşxaneyê ji bo dermankirina birîndaran derbas dike. Xelîl wiha got: " Pêwîste em hemû li hember êrîşan yek dest bin. Ez  piraniya rojên xwe ji bo dermankirina birîndaran li nexwşxaneyê derbas dikim."