Dayîkên aştiyê yên Wanê tecrîd û êrîş protesto kirin

Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Wanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser gel protesto kirin û bang li hikumetê kirin ku bila dev ji vê polîtîkaya xwe berdin.

Bi civîneke çapemeniyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtina Dayîka Aştiyê Mevlude Baştaş û êrîşên li dijî cenazeyê Hatûn Tûglûkê li Wanê hatin protestokirin.

‘BILA TECRÎD RABE, MUZAKERE WERE DESTPÊKIRIN’

Di civîna çapemeniyê de li ser navê Dayîkên Aştiyê Zekiye Kaya bi bîr xist ku 7 sal in parêzer nikarin biçin ba Ocalan. Kaya diyar kir ku astengkirina hevdîtina bi Ocalan re xisarê dide gelên Tirkiyeyê û xwest bila tecrîd were rakirin û muzakere werin destpêkirin.

NERAZÎBÛNA LI DIJÎ GIRTINA MEVLUDE BAŞDAŞ

Dayîka Aştiyê ya 65 salî Mevlude Başdaş a ku ji sedî 78 rapora wê ya nexweşiyê heye, hate girtin. Kaya nerazîbûn nîşanî vê da û xwest bila Başdaş serbest were berdan.

Piştî Kata Kewê Işik axivî û got, “Em naxwazin şer hebe, em dixwazin bila aştî hebe. Em naxwazin zarokên me jiyana xwe ji dest bidin.”