Dayikên Aştiyê ji bo çalakiya 10'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir

Dayikên Aştiyê yên Êlihê gotin, "Em bibin dengê girtiyan, tecrîdê bi dawî bikin" û ji bo çalakiyên 10'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kirin.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê beriya çalakiya 10'ê Tîrmehê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wê li Parka Ataturk bê lidarxistin, li avahiya meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist. Gelek endamên meclîsê tevlî civînê bûn.

'BERIYA KU MIROV JIYANA XWE JI DEST BIDIN, DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê Şukran Akkûrt anî ziman ku greva birçîbûnê ya girtiyan ketiye raoj 221'ê û xwest, daxwazên girtiyan bêne qebûlkirin.

Şukran Akkûrt got, "Bila tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Em naxwazin ku êdî li girtîgehan mirov jiyana xwe ji dest bidin. Kesên xwedî wijdan divê bêdeng nemîne. Di 10'ê Tîrmehê de li Parka Ataturk a li Êlihê saet di 16:00 de em ê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Em bang li dayikan hemûyan dikin ku tevlî çalakiyê bibin. Beriya ku mirov jiyana xwe ji dest bidin divê em dengê xwe bilind bikin. Werin em dest bidin hev, çareseriyekê peyda bikin. Em bibin dengê girtiyan û dawî li tecrîdê bînin."