Dayîkên Aştiyê: Dîwarên me perçe nakin, êdî Kurd yek denge!
Dayîkên Aştiyê: Dîwarên me perçe nakin, êdî Kurd yek denge!
Dayîkên Aştiyê: Dîwarên me perçe nakin, êdî Kurd yek denge!
Dayîkên Aştiyê yên li Îzmîrê bertek nîşanî ‘dîwarê şermê’ yê dewleta Tirk dixwaze Kurdên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ji hev perçe bike ava dikin, da û gotin; “Hûn gelek direng man, êdî hûn bi dîwarên bi vî awayî nikarin Kurdan perçe bikin.”
Dîwarê ku di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê avakirin, bi rojane ji aliyê hezaran kesan ve tê protesto kirin. ‘Dîwarê şermê’ yê berhemê feraseta astengkirina yekbûna gelane, li vîna gelê Kurd ket. Destpêkê çalakiya rojiya mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan li dijî ‘dîwarê şermê’ li cîhanê deng veda, piştî demek kurt belavî gelek herêman bû.
Li Îzmîrê jî li dijî ‘dîwarê şermê’ çalakî hate li darxistin. Li gel daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî, bi çalakiya greva birçîbûnê çêkirina dîwar şermezar kirin.
Endamên Înîsiyatîfên Dayîkên Aştiyê yên Îzmîrê têkildarî ‘dîwarê şermê’ dîtinên xwe ji ANF’ê re vegotin. Dayîkan ji Serokwezîrê Tirk Erdogan re gotin “Eger tu aştiyê bixwazî dîwar rake, dîwar ava neke.”
‘DEMA KURD DIKEVIN TENASIYÊ ERDOGAN KEYFXWEŞ DIBE’
Dayîka aştiyê Qedriye Erol da diyarkirin ku, ew dîwarê Serokwezîrê Tirk Erdogan li dijî Kurdan ava dike şermezar dikin û got: “Erdogan dîwar li dijî kurdan ava dike. Kurd çiqasî tengaviyan bikêşin, ew qas Erdogan keyfxweş dibe. Em vê helwesta Erdogan şermezar dikîn. Em li vir didîn diyarkirin ku, heta dawiyê ji bo dîwar neyê çêkirin tişta pêwîste ew dê bikin.”
‘DEWLETA TIRK HURMETÊ NÎŞANÎ GELÊ KURD NADE’
Şukriye Tunç jî anî ziman ku, dîwar ji bo tecrîd kirina Kurdane û wiha axivî: “Em naxwazin di navbera me û gelê me yê Sûriyeyê de dîwar ava bikin. Dixwazin dîwarekî di navbera xizmaniya me de ava bikin. Ji xwe dewleta Tirk naxwaze gelê Kurd çi mafan qezenc bike. Dewleta Tirk ya ku destkeftiyên Rojava hezim nake, bidîwar dixwaze gelê me tecrîd bike. Em destûrê nadin. Dewleta Tirk hurmnetê nîşanî gelê Kurd nade. Em dibêjin zarokên me li çiya şehîd bikevin jî ‘em aştiyê dixwazin’. Tirkiye jî ji bo şer çêbibe tişta ji destê wê tê dike.”
‘ERDOGAN TU DIRENG MAYÎ, ÊDÎ KURD YEK DENGE’
Behiye Yalçin jî balkişande ser ku, AKP dixwaze bi polîtîkaya ‘Kurdan perçe bike û rêvebibe’ kurdan bêbandor bihêle û got: “Hikumeta AKP’ê ku dixwaze Kurdan ji hev cûda bike û bi vê polîtîkaya dihilberîne rastî vîna gelê Kurd hat. Em li vir careke din dibêjîn; êdî hêza we têra me nake. Êdî hûn nikarin weke dilê we dixwaze kurdan bikar bînin! Çi dîwarê ku hûn dixwazin di nava me de ava bikin. Bawer bikin eger hûn dîwar ji hêsin jî çêbikin, dê vîna me dîwar kun bike û derbaz bike. Êdî Kurdan kariye li her çar perçeyan bibe yek deng. Ne dîwarên me û ne jî sinorên we êdî me perçe nakin. Ez dixwazin li vir bang li Erdogan dikim; “Hûn direng man, êdî niha û pêve hûn nikarin kurdan bi dîwaran perçe bikin. Em mereq dikin tevkariya vî dîwarî ji bo pêvajoyê çiye. Eger Erdogan samîmî be çima van dîwaran çêdike?”.
‘KURD DÊ VÊ LÎSTOKÊ TÊK BIBIN’
Medîne Kaymaz jî da diyarkirin ku, Serokwezîrê Tirk Erdogan ‘niyet xirabe’ û wiha axivî: “Serokwezîr Erdogan niyet xirabe. Derdê wî bidîwar Kurdan perçe bike. Dixwaze her derê bike qereqol. Kurd planên Erdogan baş dizanin. Em nayên vê leyîstokê. Zalim dê rojekê birûxin. Li cîhanê zalim têne nelet kirin û navê qehremanan jî dimîne. Yê ku vê zilmê li me jî dikin dê navê wan weke deqek reş bikeve dîrokê.”