Dayîkên Aştiyê di hefteya 447’an de li Qada Galatasarayê ne
Dayîkên Aştiyê di hefteya 447’an de li Qada Galatasarayê ne
Dayîkên Aştiyê di hefteya 447’an de li Qada Galatasarayê ne
Dayîkên Aştiyê di 447'emîn hefteya çalakiya xwe de li aqûbeta Fehmî Tosun ê di 19'ê Cotmeha sala 1995'an de hat wendakirin pirsîn. Hevjîna Fehmî Tosun, Xanim Tosun got, "Heta edaleteke mirovî û bi rûmet çênebe wê têkoşîna me berdewam bike. Heta dewlet arşîvên xwe veneke cejn nîne."
Dayîkên aştiyê yên lêgerînên xwe yên edaletê didomînin di 447'emîn hefteya çalakiya xwe de dîsa li ber Amadeyiya Galatasarayê kom bûn. Dayîkên ku pankarta "Fail diyar in wenda li ku derê ne?" vekirin, li aqubeta Fehmî Tosun ê di 19'ê Cotmeha sala 1995'an de hat wendakirin pirsîn. Her wiha di çalakiyê de xwîşka Cemîl Kirbayir ê di sala 1980'î de di bin çavan de hat wendakirin got: "Dewlet henekê xwe bi me dike. Qatilên dest bi xwîn, ji xwe re digerin. Destên min di qiriqa wan de ye. Ez heqê xwe li wan helal nakim." Dayîka Murat Yildiz ê di sala 1995'an de hat wendakirin jî axivî û diyar kir ,18 sal in rûyê cejnê nedîtine.
Hevjîna Fehmî Tosun, Hanim Tosun jî axivî û got, "Xizmên me ne bi awayekî veşartî, li ber çavên her kesî birin û wenda kirin. Heta edaleteke însanî û bi rûmet çênebe wê têkoşîna me berdewam bike. Heta dewlet arşîvên xwe veneke cejn nîne."
Li ser navê Dayîkên Şemiyê Vîldan Kiran jî diyar kir ku, li gor rêzik û qaîdeyên huqûqa gerdûnî di bin çavan de wendakirina mirovan sûcê mirovatiyê ye. Kiran di dewama axaftina xwe de got ku, Fehmî Tosun ji ber cerdevanî qebûl nekir, di sala 1992'an de ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin, êşkence dît û heta sala 1994'an bi sedema alîkarî daye PKK'ê di girtîgehê de ma.
Kiran anî ziman ku, paşê Tosun diçe Stenbolê û wiha axivî: "Tosun ji aliyê polîsên sivîl ve bi maşîneyeke plakaya wê 34 UD 597, li ber çavên malbat û cîranan tê binçavkirin û paşê hat wenda kirin." Tosun di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku, Tirkiye di parastina doza Tosun a Dadgeha Mafê Mirovan de qebûl kiriye ku mafê jiyanê yê Tosun hatiye binpêkirin.