Dayikên Şemiyê qerenfîl danîn Qada Galatasarayê

Dayîkên Şemiyê di roja pêşîn a sala 2019’an de qerenfîl danîn Qada Galatasarayê ya ku ji aliyê polîsan ve hatiye qedexekirin.

Dayikên Şemiyê yên ku ji bo aqûbeta kesên winda bipirsin û kujerên windayan werin darizandin 23 sal in têdikoşin. Dayikên Şemiyê di roja pêşîn a sala 2019’an de jî hatin Qada Galatasarayê ya ku hatiye ‘qedexekirin.’ Parlementera HDP’ê Oya Ersoy û parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî bi Dayikên Şemiyê re hatin qadê.Dayikên Şemiyê qerenfîl danîn Qada Galatasarayê ya ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Dayîkan diyar kirin ku ew ê dev jî lêpirsîna aqûbeta windayan bernedin.

Hanîfe Yildiz a ku dayîka Mûrat Yildiz e ê ku piştî ku hatibû destgîrkirin hatibû windakirin got:“Di dawiya dawîn de em ê Qada Galatasarayê vekin.”

Piştî ku dayîkan qerenfîl danîn qadê, polîsan bi pehînan ew qerenfîl ji qadê avêtin.