Dayîkên Şemiyê li aqûbeta zarokên xwe yên winda pirsîn

Dayîkên Şemiyê di hefteya 682’an a çalakiya xwe de di şexsê Zekî û Îlyas Dîrîl ên ku piştî ku hatin destgîrkirin hatibûn windakirin, li kujerên 27 zarokan pirsîn.

Dayikê Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan pirs bikin û kujer bên darizandin di hefteya 682’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar xistin. Wek her hefteyê pankart hat raxistin û wêneyên windayan hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de bi minasebeta roja “23’ê Nîsanê Cejna Zarokan” li aqûbeta zarokan hate pirsîn ên ku di nezaretê de hatin windakirin.

Dayikan bi wesîleya rojê li aqûbeta Îlyas Dîrîl ê 12 salî û Zekî Dîrîl ê 16 salî hate pirsîn ên ku di 1994’an ji Stenbolê diçûn cem malbata xwe ya li Şirnexê û di kontrola rê de hatin binçavkirin û windakirin pirsîn.

‘EM DIXWAZIN BILA KUJER WERIN DARIZANDIN’

 Di çalakiyê de kurê Abdûllah Canan, Tayîp Canan ê di 1996’an de bavê wî li Geverê di nezaretê de hat windakirin axivî û behsa çîroka windabûna bavê xwe kir û got: “Em dixwazin ku bila kujer bên darizandin.”

Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê parêzer Gulseren Yolerî jî axivî û got: “23’ê Nîsanê wek roja Cejna Zarokan tê gotin, lê bele zarok vê cejnê nabînin. Di serî de zarok binpêkirina maf û hemû tiştî dijîn. Em di welatek zarok tên kuştin de dijîn. Dibêjin ‘zarok siberoja me ne’ lê bes em şahidiya kuştina zarokan dikin.”

‘WEKÎ KU ZAROKÊN MIN HÊ LI DAWETÊ BIN’

Ji Mirovên Şemiyê Leman Yûrtsever li şûna malbata Dîrîl ên li Şirnexê dijîn û ji ber nikaribûn tev li çalakiyê bibin axivî. Yûrtsever behsa bîranînek dayika Dîrîl ên birayê hev Meryem Dîrîl û xwe kir û wiha got: “Ji roja ewil ve li cem malbata Dîrîl im. Ez her tim diçûm Şirnexê gel malbatê. Lê kesî behsa Ilyas û Zekî nedikir. Çunkî nedixwest behs bikin. Rojek ji bo biaxivin ez çûm. Li vir cara ewil dayikê behsa Ilyas û Zekî ji min re kir.  Cara ewil vîdeoyek bi min da temaşekirin. Ev vîdeo ya dawetêkê bû. Li mala dawet lê dihat kirin, wêneyê Ilyas û Zekî lê daliqandibû. Dayikê got ku hêj zarokên wê nehatine kuştin hêj li dawetê ne.”

‘DIVÊ DEWLET ZAROKAN NEKUJE’

Piştî Yûrtsever ji Mirovên Şemiyê Mûkaddes Şamîloglu daxuyaniya vê hefteyê da û wiha got: “Zarokên ku tên kuştin ji bîr nekin. Em vê hefteyê beriya cejna 23’ê Nîsanê pêşwazî dikin. Divê li şûna dewlet zarokan bikuje, mafê wan ên jiyînê biparêze.

Em dixwazin zarok li vî welatî azad û rehet bijîn. Bila neyên kuştin. Bi wesîleya 23’ê Nîsanê di şexsê Ilyas Dîrîl ê 12 salî û Zekî Dîrîl ê 16 salî ku birayê hev in û em zarokan ji bîr nekin, ên ku piştî hatine destgîrkirin û êdî tu agahî ji wan nehatiye stendin.”

Şamîloglu di berdewamiya daxuyaniyê de behsa çîroka windabûna her du zarokan kir û lêgerîna edaletê ya malbatê vegot. Şamîloglu ji bo dozên hemû zarokan daxwaza edaletê kir û xwest kujer bên darizandin.

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.