Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Cemîl Kirbayir ê 13’ê Îlona 1980’î dema destgîrkirin û hate windakirin, pirsîn.

Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û berpirs bên darizandin, çalakiya xwe ya şemiyê di hefteya 811'an de berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ji ber Covid-19 disa daxuyaniya xwe li ser medya înternetê parve kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di 13'ê Îlona 1980’an de eskeran ew destgîrkirin û winda kirin, pirsîn.

Ewil Birayê Cemîl Kirbayir Mîkaîl Kirbayir, aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di 13'ê Îlona 1980’an de eskeran ew destgîrkirin û winda kirin, pirsîn û wiha got: “Di 8'ê Cotmeha 1980'an de piştî lêpirsîna wî bi dawî bû, birayê min Cemil Kirbayir qetil kirin. Di ser qetilkirina birayê min re 40 sal borîn. Di vê demê de ew qas hikûmet hatin û çûn, ewqas desthilat hatin guhertin. Lê tenê tiştek nehat guhertin. Di derbarê aqubeta windayan de tişt nehat guhertin û hişmendiya 12'ê Îlonê nehat guhertin.

Xwişka Cemîl Kirbayir Fatma Kirbayir jî anî ziman ku 40 sal berê Cemîl destgîr kirin û wiha got: "Em li her derê geriyan. Me serî li her derê da. Em bang li Serokomar dikin ku vasiyeta dayika min pêk bînin. Soza ku dan me bila pêk bînin. Bila dayika min di gora xwe de rehet razê. Hestiyên me bidin û bila dayik negirîn."

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî anî ziman ku piştî Kirbayir hate destgîrkirin bû malbatê carek din ew neditin û wiha got: "Dayikên Şemiyê di sala 2010'an de bi Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan bi dayikan re hevdîtin kir. Serokwezîr soz da dayikan ku wê pirsgirêkê çareser bike. Soza herî mezin da dayika Berfo. Got 'Ez ê kurê te bibînim' Piştre li meclîsê raporek amade kirin. Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê gihişt qeneta ku Cemîl Kirbayir di dema destgîrkirî bi êşkenceyê hatiye kuştin û rapor amade kir. Piştî wê Dozgeriya Qersê lêpirsin da destpêkirin. Berê jî hat dîtin ku dozger lêpirsîn destpê kiriye, lê tiştek nekiriye. Derbarê bûyerê biryara neşopandinê dan û agahî nedan malbatê. Di sala 2011'an de lêpirsinek nû dan destpêkirin. Bi dehan caran me daxwaz kir, lê tu kar û barê lêpirsînê nekirin. Em dibên ku rêyên hiqûqî yên navxweyî bi dawî bibin. Me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye."

Piştre Keça Îlhan Erdost a di sala 1980’an de bi êşkenceyê hat kuştin Alaz Erdost daxuyanî da. Erdost, anî ziman ku Kirbayir xwendekarê Enstîtuya Perwerdehiyê ya Qersê bû û wiha got: "Piştî darbeya 12'ê Îlonê di 13'ê Îlona 1980'an de li Gundê Okçu yê Erdexanê eskeran bi ser malê de girtin û destgîrkirin. Cemîl li 9'emîn Fermandariya Rêveberiya Kolordu ya Qersê de girtin. Di roja 25’emîn de gotin 'Neyên vir kurê we fîrar kiriye. Bav Îsmaîl Kirbayir serî li hemu rêyan da. Lê hemû serlêdan bê encam man. Carek din agahî negirtin."