Dayikên Şemiyê: Ji Edîrneyê bigire heta Qersê qetil kirin

Dayikên Şemiyê Ji bo Hasan Ocak edalet xwestin. Di çalakiya dayikan de bal kişand ku ji Edîrne bigire heta Qersê qetil kirin.

Dayikên Şemiyê ji bo kesên dema destgîrkirî hatin windakirin bên dîtin lêgerîna xwe ya edaletê berdewam kirin. Dayiken Şemiyê di hefteya 790'an de dîsa ji ber şewba vîrûsa corona (Kovid-19) çalakiya xwe li ser medya civakî berdewam kirin. Vê hefteyê ji bo Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de hat windakirin û cenazeyê wî di nava goristana bêkesan de hat dîtin edalet xwestin. Dayika Hasan Ocak Emine Ocak diyar kir ku 25 salin ji bo kurê xwe li edaletê digerin û wiha got: "Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Em dixwazin gorên her kesî bên dîtin."

Birayê Hasan Ocak Huseyin Ocak jî bang li rayedarên dewletê kir û xwest kujeran neparêzin û wiha got: "Rastiya xwe qebûl bikin. Hesap ji paşeroja xwe bipirsin û hesap bidin. Civakên ku hesap ji kiryarên xwe dipirsin û hesap didin azad û di nava aştiyê de dijîn."

Xwişka Hasan Ocak Maside Ocak jî wiha got: "Waliyê Stenbolê Hayri Kozakçioglu, belgeyên di destê xwe de nîşan dan û got 'Kurê we ji bo dewletê kesê lêgerîna wî heye' Ev agahî piştre bi Midûrê Polîsan ê Stenbolê û Wezîrê Karên Hundir Nahit Menteşe re hat parvekirin. 25 sal in kujerê ku Hasan destgîr kirin û kuştin tên parastin. Dixwazin Hasan wekî sucdar nîşan bidin."

Vê hefteyê Xwarziya Hasan Ocak Dîlcan Acer daxuyanî xwend. Acer, xwest ev bê hiqûqîya 25 salan bi dawî bibe û wiha got: "Li navçeya Avcilar a Stenbolê di 21'ê Adara 1995'an de li dayika xwe geriya û gotibû; 'Ez ê ji bo şîva êvarî masiyan bînim' Lê ne wê şevê û ne carek din êdî nehat. Şahidan diyar kirin ku Hasan Ocak birine Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Malbata Ocak serî li gelek cihî dan. Lê encam negirtin. Neaşê Hasan Ocak piştî 58 rojan li Goristana bêkasan a Altinşehirê hat dîtin. Bi îşkenceyê hatibû kuştin. DMME'ê Tirkiye sucdar kir.

Lê dozger hêj tenê bi nivîsan lêpirsînê berdewam dikin. Em Edaletê dixwazin. "