Dayikên Şemiyê ji bo Veysel Guney hatin ba hev
Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Veysel Guney ê sala 1981’an hate darvekirin û cenazeyê wî nehate dayîna malbatê hatin ba hev.
Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Veysel Guney ê sala 1981’an hate darvekirin û cenazeyê wî nehate dayîna malbatê hatin ba hev.
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û berpirs bên darizandin di hefteya 741’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê ya Taksîma Stenbolê bên ba hev. Polîsan carek din dayikan asteng kir û li ser vê yekê dayikan çalakiya xwe li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê lidar xist. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Wêneyên windayan û qurnefilan hildan.
Di çalakiya vê hefteyê de Dayikên Şemiyê li aqûbeta Veysel Guney ê di 28’ê Kanûna 1980’an de ku li Dîlokê hat destgîrkirin û piştre bi darve kirin û winda kirin pirsî.
Daxuyaniya vê hefteyê keça Huseyîn Taşkaya yê di sala 1993’an de li Siwêrega Rihayê hat windakirin Serpîl Taşkaya da. Taşkaya diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP’ê li Tirkiyeyê hiqûq û demokrasî nemaye û kesên li dijî polîtîkaya AK’ê îtîraz dikin jî wan ji her tiştî mehrûm dikin. Taşkaya anî ziman ku Dayikên Şemiyê 42 hefte ne ji ber polîtîkayên qedexekar ên îktîdarê nikarin li Qada Galatasarayê kom bibin û got: “Li Tirkiyeyê her çiqas îktîdar biguherin jî lê feraste heman feraset e. Ev 741 hefte ne li dijî vê pergalê em dixwazin kujer bên darizandin û winda bên dîtin.”
Taşkaya da zanîn ku Veysel Guney di 24 saliya xwe de di 28’ê Kanûna 1980’î ku piştî darbeya leşkerî li Dîlokê di serdegirtina malekê de tê destgîrkirin û piştî wî bi darve dikin winda dikin û ji wê rojê ve cenazeyê wî nehatiye dîtin. Dîsa hemû serlêdan û rêya hiqûqê ya ji bo Guney bêencam mane. Taşkaya got: “Ji darvekirin û windakirina Veysel Guney hemû leşker û unsurên sivîl berpirsiyar in. Em dixwazin demildest cihê cenazeyê Guney tespît bikin û bê dîtin.”
Dayika Murat Yildiz ê di 23’ê sibata 1995’an de di dema destgîrkirinê de hat windakirin Hanîfe Yildzi jî axivî û got: “Ez cejna hemû beşdarvanan pîroz dikim. Cejn tên û derbas dibin, lê em xemgîn in. Her kes kêf û şahî dike, lê yê me çavê me li rêya ye, em di şînê de ne û êşa me dubare dibe. Bi salane em li bendê ne ku cejnên xwe bi kêfxweşî pîroz bikin. Lê mixabin ev yek pêk nayê.”
Apê Veysel Guney, Dogan Guney jî diyar kir ku biraziyê wî 38 sal berê ji aliyê dewletê ve hat bidarvekirin û windakirin û got: “Dewletê me muhtacî gorekê kiriye. Ev 38 sal in êşa me qet kêm nebûye. Em dixwazin hemû kujer li ber edaletê hesab bidin.”