Dayikên Şemiyê: Em ê sala 2018'an têkoşînê mezintir bikin

Dayikên Şemiyê, cara 666'an li hev civiyan. Diçalakiyê de hat gotin ku li gel serdema reş û tarî jî divê kes bê hêvî nebe û hat destnîşankirin ku wê sala 2018'an têkoşîna xwe mezintir bikin.

Dayikên Şemiyê, yek ji Dayikên Şemiyê Fatma Morsumbul a salek berê jiyana xwe ji dest da bi bîr anîn.

Alî Ocaka kekê Hasan Ocak ku 21'ê Adara 1995'an di binê çavan de hate windakirin û piştre cenazeyê wî hate dîtin, anî ziman ku ev 22 sal in di dozê de ti gav nehatiye avêtin. Ocak got, "Em ê têkoşîna xwe di sala bê de mezintir bikin."

Piştre Parlamenterê CHP'yî Hîlmî Yarayici axivî û got, "Bi daxwaza maf, hiqûq û edaletê em dest bi sala 2018'an dikin, lê deshilatdariyeke welê li hemberî me ye, ku bi her awayî şîdetê dike."

Yarayici got, "Eger ji dil bûna wê piştî bûyerên Cizîr, Sûr, Enqere û Tahîr Elçî dest bi lêpirsîneke xurt bikira" û diyar kir ku li şûna vê yekê  ceza nehat birîn û pêkanîna bêcezahiştinê hê dewam dike.

Dayika Mûrat Yildiz ê 23'ê Sibata 1995'an di binê çavan de hate windakirin Hanîfe Yildiz dûre peyivî û got, "Têkoşîna me 22 salan li pey xwe dihêle. Ne kes tê, ne jî agahî tê. Divê aqûbeta windayan bê eşkerekirin û kiryar werin darizandin.

Yildiz got, "Dayika Taybet hate kuştin û li naverastê hate hiştin. Ûgûr Kaymaz bi 13 fîşekan hate kuştin. Berkîn Elvan hate kuştin, Dîlek Dogan bi fîşeka polîsan hate kuştin. Ji hikumetê dipirsim; kîjan dewleta terorê ev kir?"

Piştî axaftinan, ji Dayikên Şemiyê Sebla Arcan daxuyaniya hefteyê xwend û got, "Bila sala 2018'an bibe destpêka rêya dewleta hiqûqê ya demokratîk."

Arcan di dawiya daxuyaniyê de got, "Belê Tirkiye di nava serdemeke tarî de ye, lê divê kes bê hêvî nebe. Heta ku em di mirovbûnê de israr bikin, wê hêvî timî hebe."