Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Dayikên Şemiyê: Cenazeyê Guney ê ku hatî darvekirin li kû ye?

Dayikên Şemiyê vê carê ji bo Veysel Guney hatin cem hev, ku Guney hatibû darvekirin û cenazeyê hate windakirin.

Dayikên Aştiyê di hefteya 689'an de aqûbeta cenazeyê bersûcê Doza Devrîmci Yol Veysel Guney ê 24 salî ku di sala 1981'an de hat darvekirin pirsîn. Biraziyê Veysel Dogan Guney, diyar kir ku berpirsê cenazeyê mamê wî serbaz Burhan Erdem e.

Dayikên Şemiyê di hefteya 689'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Dayikan wekî her hefte pankarta ku wêneyên windayan li ser û “Faîl diyar in, winda li ku ne" vekirin û laçikên spî ku sembola aştiyê ye û qurnefil danîn ser pankartê. Dîsa wêneyên windayan hembêz kirin. Di çalakiyê de Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, Namzetên HDP'ê Zeynel Ozen û Veli Saçilik amade bûn. Dayikan vê hefteyê aqûbeta cenazeyê bersûcê Doza Devrîmci Yol Veysel Guney ê 24 salî ku di 10'ê Hezîrana sala 1981'an de hat darvekirin pirsîn. Biraziyê Veysel Dogan Guney, diyar kir ku kujerê mamê wî serbaz Burhan Erdem e.

'BURHAN ERDEM FAÎLÊ MAME MIN E'

Di çalakiyê de ewil Biraye Cemîl Kirbayir ê di 12'ê Îlona 1980'an de hat binçavkirin û windakirin, Mikail Kirbayir axivî. Kirbayir, anî ziman ku di cihanê de herî zêde li Tirkiye binpêkirina mafan zêde ye û wiha got: "Êdî ew qas îhal bes in."

Birayê Suleyman Cîhan ê di 29'ê Tîrmeha 1981'an de di bin çavan de hat windakirin, Ahmet Cihan jî diyar kirin ku gelek îktîdar hatin guhertin, lê her dem kujer hatin parastin û winda nehatin dîtin.

Li ser navê malbata Veysel Guney jî biraziyê Veysel Dogan Guney axivî. Guney, diyar kir ku bi darvekirina mamê wî Veysel tenê Veysel nehat cezakirin û wiha got: "Ne tenê Veysel Guney hat cezakirin. Li gel wî dayik, bav, xwişk û birayê wî mahkûmî hezkirina wî û bêrikirina wî kirin. Berpirsiyarê windakirina mamê min diyar e. Berpirsiyar Burhan Erdem e. Lê hêj li kolanan serbest digere. Em dixwazin berpirsiyar bên darizandin û cezakirin.

Piştre li ser navê mirovên şemiyê daxuyaniya hefteyê Birayê Hayretîn Eren ê di 21'ê Mijdara 1980'an de hat windakirin Îkbal Eren daxuyanî da. Eren, anî ziman ku ew dê tu carî Veysel Guney ji bîr nekin her dem aqûbeta wî bipirsin. Eren, anî ziman ku ji bo beleka civakê ya hatiye felçkirin derman bikin 689 hefte ye li Qada Galatasarayê li aqûbeta windayan dipirsin û wiha got: "689  hefte ne me li qada Galatasarayê ne. Em dizanin ku bê edaletî her ku diçe kûr dibe. Ji bo winda bên ditin û kujer bên darizandin tu gav nehatiye avêtin. Piştî hewldana darbeya 12'ê Îlonê em li dijî berhemên darbeya leşkerî û li dijî sûcê mirovahiyê li qada Galatasarayê ne. Pişti darbeya 12'ê îlonê Veysel Guney ku hat darvekirin û cenazeyê wî winda ye ji bo neyê ji bîr kirin em dîsa kom bûn. Hêj 24 salî bû. Di 28'ê Kanûna 1980'an de li Dîlokê di serdegirtina malekê de bi birîndarî hat girtin. Li Dadgeha Leşkerî ya Hêjmar 2'an hat darizandin. Yekemîn car di 6'ê sibata 1981'an de derket pêşberî dadger. Di 17'ê Sibata 1981'an de disa derxistin pêşberî dadger, lê mafê parastinê nedan wî. Di 10'ê Hezirana 1981'an de li Girtîgeha tîpa E ya Dîloke darvekirin û girtek teslîmî Ali Güney kirin. Lê di 10'ê Hezîrana 1981'an de li gorî hêjmara 266'an Cenazeyê ku teslîmî Serbaz Burhan Erdem kirin da ku teslîmî bavê wî bike hat windakirin. Malbatê ji wê demê heta niha cenaze negirtine.

Em bang li rayedarên dewletê dikin ku li gorî hiqûq û edaletê tev bigerin."