Dayikên Şemiyê: Bila sala 2020’an bibe sala edaletê

Dayikên Şemiyê anî ziman ku bila sala 2020’ê ji bo her kesê bibe sala hiqûq û edaletê, banga mezinkirina têkoşînê kir.

Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan di destpêka sala 2020'an de dîsa li hev kom bûn û xwestin aqûbeta windayan ronî bibe û winda bên dîtin û kujer bêrizandin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 771’an de dîsa xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Dayikên Şemiyê carek din rastî astengiya polîsan hatin. Dayikên Şemiyê ku rastî astengiya polîsan hatin dîsa derbasî kolana pêş avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê bûn û li vir daxuyanî dan. Dayikan berdilkên ku wêneyên windayan li ser in li xwe kirin û qurnefil xistin destê xwe. Vê hefteyê Parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy û Mûsa Pîroglu û parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû piştgirî da Dayikên Şemiyê. Li ser navê Komîsyona Kesên Dibin Çavan de Hatin Windakirin a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Sebla Arcan daxuyanî xwend. Vê hefteyê aqûbeta kesên piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'an hatin destgîrkirin û windakirin pirsîn.

Arcan, ewil xwest sala nû ji bo her kesî bibe sala edalet û hiqûqê wiha got: "Em dizanin ji bo daxwazên me pêk bê, divê qirîza hiqûqê ya li Tirkiyeyê bi dawî bibe. Ji bo vê yekê li dijî hemû astengiyan têkoşîna me ya edalet û hiqûqê wê bidome. Em dest ji daxwazên heq, hiqûq, edaletê bernadin." Arcan, bang li rayedarên dewletê kir û xwest erka xwe pêk bînin û wiha got: "Windakirina bi darê zorê li gorî Kanûna Ceza ya Tirk, (TCK) "Sûcê li dijî mirovahiyê bû." ye. Bila bêcezakirina rayedarên dewletê yên ku berpirsiyarê windakirina dema destgîrkirinê bi dawî bibe. Em dixwazin li gorî hiqûqa gerdûnî ev kes bên darizandin. Em dixwazin ku Tirkiye ‘Peymana Navneteweyî ya di derbarê Kesên Bi Zorê Hatine Windakirin bên parastin' bi lez îmze bike. Em di serê sala 2020'an de bang li Serokkomar dikin. Li gorî erka xwe ya siyasî daxwazên me li ber çavan bigirin. Erka xwe ya li hemberî me pêk bînin."

DAXWAZA SALA NÛ: BILA WINDA BÊN DÎTIN

Piştre hevjîna Huseyîn Taşkaya yê di 6'ê Kanûna 1993'an de li navçeya Sîweregê ya Rihayê hat windakirin, Sultan Taşkaya axivî. Taşkaya, anî ziman ku ew ji bo aqûbeta windayên xwe li vir in û wiha got: "Em hevî dikin ku vê sala nû em windayên xwe bibînin. Em hevî dikin ku kujer bên darizandin. Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin ku em carek din dernekevin kolanan. Heta ku winda neyên dîtin û kujer neyên darizandin em kolanê terk nakin."

‘40 SAL IN LI BIRAYÊ XWE DIGERIM’

Birayê Cemal Kirbayir ê di 12'ê Îlona 1980’an de di bin çavan de hat windakirin, Mîkaîl Kirbayir jî, anî ziman ku 40 sal in li aqûbeta birayê xwe digere û wiha got: “Yên ku me tîne vir hêzên dewletê ne. Ger ku ne hêzên ewlehiya dewletê bûna em nedihatin vir. Ji salên 1980'ê heta niha em li windayan digerin. Li vî welatî mirov winda dibin. Her sal me li dijî darbekaran bertekên xwe anîn ziman. Me xwest dest ji hişmendiya 12'ê Îlonê berdin. Her desthilata hate ser kar gotin 'Em li dijî darbe û darbekaran in' Ger ku hûn li dijî darbekaran in çima hûn destûr nadin em li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Em dixwazin edalet cihê xwe bibîne. Ji bo em li windayên xwe bigerin em li vir in."

‘BENDEWARIYÊN ME DIDOMIN'

Birayê Hasan Ocak Alî Ocak jî anî ziman ku 25 salin li windayan digerin û wiha got: "Hasan Ocak di 21'ê Adara 1995’an de hat destgîrkirin û piştre cenazeyê wî hat dîtin. Her sal derbas dibe hevî û bendewariyên me nayên guhertin. 25 salin em li vê qadê ne. Di her serê sala nû ne me hevî û daxwazên xwe anîn ziman. Lê tu tişt nehat kirin. Her sal zilm, êşkence, destgîrkirin, girtin, mirina li girtîgehan û mirinê rojiyê li ser vê yekê zêde bûn. Ji kesên welat bi rê ve dibe di vê sala nû de tu heviyên me ji wan tune ye. Ji ber ku li welat heq, hiqûq û edalet tune ye. Mirin heye."

‘BÛ SALA BÊ EDALETIYÊ’

Birayê Kenan Bîlgîn ê di 12'ê Îlona 1994’an de li Enqereyê hat binçavkirin û windakirin, Îrfan Bîlgîn jî anî di lêgerîna windayan de salek din li pey xwe hiştin û wiha got: "Her sal em bi heviya edaletê dest bi salê dikin. Lê her sal li gorî sala borî bêtir xerab dibe. Me di sala par de edalet hêvî kir. Lê sala par ji her sal bêtir bê edalet derbas bû. Bû sala bê edaletiyê."

‘TÊKOŞÎN DIDOME’

Xwişka Hayrettîn Eren ê di 2'ê Îlona 1980'an de hate destgîrkirin û windakirin, Îkbal Eren jî anî ziman ku sala borî ji ber qedexeyan di kolana teng de têkoşîna xwe berdewam kir û got: "Em bang li her kesî dikin ku li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin. Min dayika xwe ya têkoşîna wê ya edalet û demokrasiyê ku nivco mabû, windakirin. Têkoşîna wê, cihê ku wê hiştiye didome. Wê berdewam bike. Di serê her sala nû de em heviyan daxwaz dikin. Ji bo vê yekê divê em têkoşînê mezin bikin."

‘HÊZA DEWLETÊ HEYE LÊ NAKE’

Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî herî dawî axivî û got: "Dewlet demek dirêje polîtîkaya bêcezakirinê dimeşîne. Sûcên hatin kirin li holê ye. Lê ev sûc nehatin cezakirin. Dewlet polîtîkaya bê cezakirinê dimeşîne. Doza JÎTEM'ê bi beraetê bi dawî bû. Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê jî ber bi beraetê ve diçe. Ma dewlet heqîqetê nizane. Kê ev sûc kiriye diyar e. Abdulkadir Aygan sûcdar yek bi yek anî ziman. Lê heta niha tu kes nehat darizandin. Dîsa Ayhan Çarkin tişta kiriye yek bi yek vegot. Lê der barê tu kesî de doz nehat vekirin. Mesele necezakirina faîlan e. Dewlet hêza wê heye lê nake. Divê em têkoşîna xwe bêtir mezin bikin."