Dayikên Şemiyê: 15 salên bê dadmendiyê bi AKP’ê re derbas bûn

Dayikên Şemiyê di sala 22’an a nobeta dadmendiyê de diyar kirin heta ku ew dawî li bêdadmendiyê bînin wê têbikoşin.

Dayikên Şemiyê yên ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin li Qada Galatasarayê di salvegera 22’an de cara 635'an daxwazên xwe gotin, xwestin kiryar bên darizandin.

Dayikên Şemiyê ji bo ku li aqûbeta xizmên wan ên ku hatine windakirin bipirsin û bi daxwaza darizandina kiryaran di  salvegera 22’an de cara 635’an li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de vê hefteyê jî pankarta "Kiryar diyar in winda li kû ne" hate vekirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Dîsa di çalakiyê de dowîzên "Bila Nuriye û Semîh bijîn" jî hatin hilgirtin. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser  salvegera 22’yan a çalakiya xwe ku di 27'ê Gulana 1995'an de  cara pêşî  li Qada Galatasarayê çalakî dane destpêkirin.

'DEWRÎ NIFŞAN TÊ KIRIN'

 Di çalakiyê de ewil dayika Hasan Ocak a ewil li Qada Galatasarayê rûniştibû, Emîne Ocak axivî. Ocak anî ziman ku di 22 salan de li Qada Galatasarayê gelek tişt dîtine û xwest kiryar hesab bidin. Keça Fehmî Tosun ê ku di bin çavan de hate windakirin û li Qada Galatasarayê mezin bûye Besna Tosun jî gotina "Dema ku dayikên ku li vî qadê rûniştin, ji wan re gotin dê rûnên û rûnen biçin" bi kar anîn. Tosun diyar kir ku vegotina têkoşîna 22 salan zehmet e û li Qada Galatasarayê dayikan zarokên xwe mezin kirine. Tosun wiha axivî: "Me fêrî têkoşînê kirin. Ev tenê gor nîne. Ew jî dizanin ku şirikê vî sûcî ne, ew ê jî hesab bidin. Ji ber vê yekê ditirsin." Tosun got ku ew ê dev ji têkoşînê bernedin û wê ev têkoşîn dewrî nifşan bê kirin.

'GELO BI RASTÎ DOSYAYAN DINÊRIN?'

Birayê Kenan Bîlgîn ê di bin çavan de hate windakirin, Îrfan Bîlgîn jî bal kişand li ser dosyayê windayan. Bîlgîn bal kişand li ser dosyaya birayê xwe ya demborî bûye û wiha berdewam kir: "Ligel ku ewqas delîl hebû jî dosya demborî bû. Ez dipirsim bi rastî gelo li vê dosyayê mêze kirin? Em dizanin dewlet xwe nadarizîne. Lê wê rojekê gel wan bidarizîne." Bîlgîn got ku ew ê desturê nedin li ser dosyayan bê girtin.

 'EM HATIN ÎŞKENCEKIRIN, HATIN HEPSKIRIN'

Daxuyaniya vê hefteyê xweşkî Hasan Ocak, Masîde Ocak xwend. Ocak anî ziman ku ew li hemberî sûcê di bin çavan de windakirinê derketine Galatasarayê û wiha berdewam kir: "Di salên 90'î de wekî polîtîkaya dewletê bi sedan kes di bin çavan de hatin windakirin, wekî em ên ku li wan digerin bi înkareke sîstematîk re rû bi rû man. Me serî li hemû meqamên dewletê da. Li cihên ku me serî lêda bi awayekî ku daraz xapandinê, îdiayên nerast û zirardayîna artêş û miletê hatin sûcdarkirin. Em hatin tehdîdkirin, hatin îşkencekirin, hatin binçavkirin, hatin girtin."

Ocak got ku di 27'ê Gulana 1995'an de bi gotina "Em windayên xwe dixwazin" derketine Galatasarayê û ji wê rojê heta niha jî têkoşîna xwe didomînin. Ocak diyar kir ku têkoşîna xwe mezin kirine û dewrî nifşan kirine. Ocak destnîşan kir ku 22 sal in ji bo ku kesên hatine windakirin bên dîtin û yên ku winda kirine bên cezakirin îradeyeke siyasî derneketiye holê û wiha axivî: "Ji 15 salên têkoşîna me ya 22 salan di desthilatdariya vê partiya ku di navê wê de edalet cih digire derbas bû. Di desthilatdariya AKP'ê de ya ku ji bo kuştinên kiryarnediyar edaletê bi cih bîne barnemaya xwe nivîsandiye, li Tirkiyeyê serbixwebûna edaletê û desthilatdariya hiqûqê zeîf bû û daraz jî polîtîk bû."

Ocak daxwazên xwe yên 22 salan wiha rêz kir: Bila dewlet berpirsyariya xwe ya di warê mafên mirovan û pêkanîna desthilatiya hiqûqê de bi cih bîne. Li Tirkiyeyê kevneşopiya necezakirinê ya di hemû qedemeyên dewletê de bi hevkariyê hatiye afirandin bila bi dawî bibe. Di bin çavan de windakirin li dijî mirovahiyê sûcek e. Bila dewlet berpirsyariya vî sûcî bigire ser xwe. Bila aqûbeta windayan bê aşkerakirin. Bila yên ku winda kirine bên darizandin û li gorî edaletê bên cezakirin. Ji bo sûcên windakirina di bin çavan de neyê dubarekirin tedbîrên edlî, îdarî û hiqûqî bên girtin. Bi zorê windakirin di Qanûna Cezaya Tirk de di bin navê sûcên li dijî mirovahiyê de bê sererastkirin. Hemû astengiyên ku berpirsyaran diparêze bila ji holê bê rakirin. Tirkiye bila peymana Neteweyên Yekbûyî ya têkîldarî windakirinên bi zorê îmze bike û pêk bîne."

Ocak herî dawî got ku rêya civakeke adil, aram û aştiyane bihevrûbûna bi paşerojê derbas dibe û ew ê ji bo vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.