Dayikeke ku jiyana xwe da têkoşîna mafdariyê: Celîle Ozer

Hevserê Dayika Aştiyê Celîle Ozer ku jiyana xwe ji dest dayî behsa Ozer kir û got, ew ji hevjînê wêdetir hevrêyeke berxwedêr bû ku ti carî serê xwe li ber zextan neditewand.

Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê Celîle Ozer li Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl ku tedawî lê didît jiyana xwe ji dest da. Ozer ku li Mêrdînê hate veşartin, di çalakiyên Dayikên Aştiyê bi rengekî çalak rista xwe bi cih anî. Yek ji wan dayikên aştiyê bû ku di çalakiyan de bi erdê ve hate kaşkirin, dijûn lê hate kirin, zext lê hate kirin.

Cenazeyê dayika Celîle ji Amedê anîn Mêrdînê û li taxa Saraçoglu li goristanê hate veşartin. Li gel malbatê rêxistinên HDP, DBP’ê yên Mêrdînê û navçeyên wê li merasîma cenaze hazir bûn. Piştî ku cenaze hate veşartin, bi rojan hevrê, hezkiriyên wê li Mala Sersaxiyê ya Saraçogluyê çûne serxweşiya wê.

‘EM ZEWICÎN, EM BI BIRYAR BÛN KU LI GUND BIMÎNIN’

Hevserê dayika Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê Dayika Celîle Ramazan Ozer ji ANF’ê re axivî. Ramazan Ozer wiha behsa hevjîna xwe kir:

"Ez li Stewrê Dengiza hatim dinê. Ez û Celîle em pismam û dotmamên hev in. Ez zarokê 4’an ê malbateke halxweş bûm. Malbata min pir zext li min kir ku bizewicim, min jî dixwest bi keçapa xwe Celîle re bizewicim. Her çendî mezinên me digotin Celîle hê biçûk e jî min digot tiştek nabe ez ê bisekinim û ez bi wê re zewicîm.  Celîle jî weke min 1969’an li Stewrê, Dengiza çêbû. Piştî zewacê bi demeke kurt em li Îzmîrê bi cih bûn û nêzî 13 salan em li Îzmîrê man. Di sala 14’an de me biryar da ku em vegerin gund. Hê di ciwantiya xwe de min Tevgera Azadiya Kurd nas kir. Jixwe malbata min bihistyar bû û siyaset zêde lê hebû. Hevjîna min Celîle jî bi min re di heman rewşê de bû. Piştî 13 salan dema ku li gund vegeriyan gundê me ji hêla dewletê ve hatibû şewitandin. Dîsa jî me dixwest ku em li gundê xwe bimînin. Lê her tim dewletê zext li me dikir û wê demê ez hatim binçavkirin. Dewletê tim zor li me  dikir ku em bibin cerdevan. Digotin an hûn ê bibin cerdevan an jî hûn nikarin li gund bimînin. Ji ber ku me cerdevantî qebûl nekir gundê me hate şewitandin û valakirin."

‘JI ZEXTAN RE SERÊ XWE NETEWAND’

Ozer diyar dike ji ber ku wan cerdevantî qebûl nekir zext li wan hate kirin û wiha behsa girtîgehê dike: "Piştî ku ez ketim girtîgehê em neçar man ku li Mêrdînê navendê bi cih bibin. Hevjîna min Celîle her dem ji ber xema zarokên xwe tim rexne li min dikir û digot, 'gundê me hate şewitandin, li vir jî jiyana ji me re nîn e?'. Ev qilqîlîna wê tim ji ber hêlînê bû. Tim dihatim binçavkirin û zext li ser min hebû. Ditirsiya ku ev rewş xwe li ser zarokan jî nîşan bide. Her çendî wiha ez rexne dikirim jî a rast ew di dil de ji min zêdetir xwedî helwesteke rêxistinî bû. Lê piştî ku em çûne Mêrdînê partî zêdetir nas kir. Pir diçû partiya siyasî û herî dawî di rêveberiya partiyê de cih girt."

Ozer dibêje demekê li Meya-Derê xebitiye û hevjîna wî jî demekê di DTP’ê de peywir girtiye, rêveberî kiriye û wiha dibêje: "Dayika Celîle 2010’an li Mêrdînê di rêveberiya bajêr de cih girt. Ez her çendî di ciwantiyê de ketibûm nav xebatên partiyê û Dayika Celîle piştî min bi salan tevlî nav xebatan bûbe jî hevaleke pir çalak û zîrek bû. Ji min bêhtir bi azwerî bû. Di dema rêveberiyê de çi ji destê wê hat kir. Piştî rêveberiyê kete Însiyatîfa Dayikên Aştiyê. Dayika Celîle bû Berdevka Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê."

‘JI HEVJÎNEKÊ ZÊDETIR HEVRÊYEK BÛ’

Ozer bi domdarî wiha got: "Hema bibêje me êdî ew li malê nedidît. Bi her deverê ve dibeziya, têkildarî aştiyê çi hebû li wir bû, li her deverê bû, di her çalakiyê de bû. Ji ber bernameyên li Colemêrg, Wan, Şirnex, Amedê û hwd. Hema hema li malê nedima, ji bo vê piştî vî temenî hînî min kir ku xwarinê çêbikim, cilan bişom û karê malê bikm. Ne tenê xwarin, têkoşîna jiyanê jî ji wê hîn bûm."

Ozer dibêje Dayika Celîle ji hevjînekê wêdetir hevaleke baş bûye û wiha dibêje:

"Dayika Celîle ji bo min ji hevjînekê wêdetir hevrêyeke baş bû. Me ew qas sal bi hev re derbas kirin. Ti nexweşiyên wê weke şekir, tansiyonê û hwd. çênebûn. Wê şevê dema ku hatim malê min dît ku di beroşên mezin de xwarin çêkiriye. Dema ku min pirsî, got mêvanên wan hene û xwarin ji bo wan çêkiriye. Em rûniştin,  me bi hev re şîv xwar, me çay vexwar. Tiştekî awarte nebû.

Heta 11’ê şevê me li televizyonê nerî. Piştre me bi hev re nimêj kir. Piştî nimêjê em rûniştin, min got êdî dereng e, nûçeyên televizyonê jî xilas bûne. Çû ku raze, piştre dengekî kurt ê qêrînekê hat, min çira vêxistin û çûme cem. Min dît ku nikarîbû hilmê bide û bistîne. Min hinekî dilê wê masaj kir, min dît ku nabe min zarok şiyar kirin û bangî ambûlansê kir. Li nexweşxanê piştî ku çend fîlm girtin gotin krîza dil pê re çêbûye. Li nexweşxanê jixwe 2 caran krîza dil çêbûbû pê re. Krîza dil derbas bû lê doktoran gotin xwîn çûye ser mêjiyê wê. Gotin li Riha, Amed, Êlihê li kûderê unîteya lênerîna giran hebe ew ê wan bişînin wir. Em şandin nexweşxaneya Amedê. 9 rojan li Amedê li unîteya lênerîna giran ma. Doktoran gotin Dayika Celîle piştî ku xwîn çûye ser mêjiyê wê 4 carên dî jî krîza dil pê re çêbûye. Bi krîza 4’an re jî roja 10’an çû ser dilovaniya xwe."

‘EZ Ê TÊKOŞÎNA WÊ NÎVCO NEHÊLIM’

Ramazan Ozer derbarê dayika Celîle de dibêje hevalên wê û gel pir jê hez dikir û wiha got: "Hem hevrêyên wê û hem jî gel pir jê hez dikir. Di taziya wê de hevrêyên wê û gel ew tenê nehişt. Pir jê dihate hezkirin, pir zû mir. Her sibeh dema ku diçime ser kar diçime ser gora wê.  Weke ku tim li nav me be ez dibêjimê ez ê têkoşîna wê nîvco nehêlim, ji bo aştiyê û azadiyê tim têbikoşim."