Dayikan bi xavikên spî çalakî kirin

Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Marsîlyayê ji bo xwedîderketina li berxwedêrên di greva birçîbûn, rojiya mirinê de û destekdayina dayikên girtiyan çalakiyeke ya bêîtihatiya sivîl kirin.

Çalakiyên li Ewropa yên ji bo balê bikişînin ser rojiya mirin û çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Jinên Kurdistanî yên li Ewropayê bi çalakiyan tecrîdê protesto dikin û xwedî li berxwedanan derdikevin.

Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan ên xebatên xwe li bajarê Fransa Marsîlyayê bi rê ve dibin, ji bo xwedîderketina li dayikên girtina çalakî kirin. Jinên ku li gara trenê ya St. Charles a Marsîlyayê hatin ba hev wêneyên Leyla Guven û berxwedêran hildan. Pankartên ku balê dikişîne ser rojiyên mirinê vekirin.

Jinan bi yek dengî dirûşmên ‘Em hemû Leylan e’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bijî berxwedana dayikan’ qîr kirin.

Jinan ên ji bo piştevaniya dayikan bikin xavikên spî li serê xwe girêdabûn gelek belavok belavkirin.