Dayîka Zahîde: Divê em hesap ji Erdogan bipirsin

Dayîka Zahîde ya ku li Swîsreyê dijî, diyar kir ku şîna wan heye lê ji bo ku ew dengê xwe bide HDP û Selahattîn Demîrtaş çûye ser sindoqê.

Li gorî qeydên Saziya Hilbijartinê ya Bilind li Swîsreyê 94 hezar û 32 kes dikarin dengê xwe bidin hilbijartina 24’ê Hezîranê.

Li Swîsreyê dengdayîn di roja 2’emîn de jî didome. Zahîde Çaçan a ku li bajarê Schaffaûsenê ya Swîsreyê dijî, ligel ku çend rojê birayê wê rehmet kiribû jî, îro tevî zarokên xwe hat ser sindoqan û dengê xwe da. Dayîka Zahîde got ku, “Ne dema vî tiştî ye ku em li mala xwe rûnên û şînê bigerînin. Divê em li hemberî qetlîamên Erdogan biçin ser sindoqan û hesap bipirsin” û bang li hilbijêrên li Ewrûpayê kir. Dayîka Zahîde got ku, “Me dengê xwe da xwe. Me da HDP û Selahattîn Demîrtaş. Li dinyayê nehatiye dîtin ku namzetekî serokkomariyê di nav 4 dîwaran de be. Em vê zilmê qebûl nakin.”

BILA ERDOGAN DEV JI DEREWAN BERDE

Çaçan qetlîama AKP ya li Sûrûcê bi bîr anî û got, “Erdogan qetlîama xwe dixwaze têxe stûyê HDP’ê. Ez bang li Erdogan dikim, bila dev ji derewan berde. Erdogan qala zilma DAÎŞ’ê dike lê ew jî DAÎŞ in.”

Dayîka Zahîde bang li hilbijêran kir ku bila biçin ser sindoqan û li hemberî qetlîamên Erdogan bila dengê xwe bidin HDP û Selahattîn Demîrtaş.