Dayika Xezal wefat kir
Dayika Xezal a li bajarê Kolnê Elmanyayê dima, ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.
Dayika Xezal a li bajarê Kolnê Elmanyayê dima, ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.
Dayika Xezal a 68 salî, li bajarê Kolnê Elmanyayê dima, ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.
Dayika Xezal Kayiş a li bajarê Koln ê Elmanyayê dima 22’ê Nîsanê jiyana xwe ji dest da. Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê ji bo Dayika Xezal merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de wecîbeyên olî ji aliyê Mele Evdilla ve hatin kirin.Piştî merasîmê cenazeyê Dayika Xezal ji bo defnkirinê şandin Riha.
Dayika Xezal a sala 1977’an hat Elmanyayê, ji wê salê ve bi awayekî aktîf di nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de xebitî. Dayika Xezal bi Hozan Mizgîn, Hozan Sefkan re xebitî û di nav xebatên Heyva Sor a Kurdistanê de cih girt. Dayika Xezal salên dawî di komîsyona dayikên aştiyê ya di bin banê Meclîsa Jinan a Viyan de dixebitî.
Dayika Xezal ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêzîk ve nas dikir, her çendî gelek nexweş bû, dema DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir, çûbû Kobanê.
Keçên Dayika Xezal Kadriye û Zozan dan zanîn ku her çendî nexweş bû jî lê bi xweragirî û welatparêriya xwe hêz dida me.
Wê îro cenazeyê Dayika Xezal ji balafirgeha Konl-Bonnê bişînin warê Rihayê. Cenaze ji ber wesiyeta Dayika Xezal wê li Rihayê bispêrin axê.