Dayika Dîrre li Arnhemê hate bibîranîn

Dîrre Gornû ku 25’ê Kanûnê li Êlihê rehmet kiribû li bajarê Arnhem yê Hollandayê hate bibîranîn.

Dayika Dîrre Gornû ku kurek yê wê di nava refên têkoşîna azadiyê de şehîd bûbû, hevjîn û kurekî wê di cînayetên faîl meçhûl de hatibû qetilkirin, li Arnhemê hate bibîranîn.

Merasîm li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Destpêkê axaftin hate kirin, mewlûd hate xwendin û loqme hate belavkirin.

Kurê Dîrre Gornu Ahmet Gornu di sala 1978’an de beşdarî nava refên PKK’ê bû. Ahmet Gornu di nava salên 1980-88 gerîlatî kir û di sala 1988’an de di şerekê de şehîd bû.

Kurê din yê Dîrre Gornu Ekrem jî 24’ê Tîrmeha 1992’an li Êlihê bi hevjînê Gornû Îzzettîn Gornu re li Edeneyê hatibû qetilkirin.

Kurê din Aydin Gornu jî 16’ê Îlona 1992’an hate gulebaran kirin û felç bû.

Cenazeyê Dîrre Gornu roja 25’ê Kanûnê li Êlihê hatibû veşartin.