Dayika Aştiyê Îke jiyana xwe ji dest da
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê Naciye Îke, ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê Naciye Îke, ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da.
Dayika Aştiyê Naciye Îke sê meh bû li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê di beşa lezgîn de dihate dermankirin.
Îke ku bi kanser malzarokê ketibû di 2'ê Çileyê roja Pêncşemê de jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Îke hate wergirtin û li Goristana Bajerge ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê hate veşartin.