Dayik Soyler: Divê tecrîd di pratîkê de bê bidawîkirin

Girtiya siyasî Ozlem Soyler ji 16'ê Kanûnê ve li Girtîgeha Gebzeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wê Hatîce Soyler xwest tecrîd ne bi gotinê, lê di pratîkê de bi dawî bibe.

Çalakiyên nobedê yên dayikan ên li dijî tecrîdkirina Ocalan didomin. Yek ji devera ku çalakî lê pêk tê pêşiya girtîgeha Gebzeyê ye. Ji dayikên berxwedêran Hatîce Soyler ji ANF'ê re axivî.

Keça wê Ozlem Soyler ji 16'ê Kanûnê ve li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Dayik Soyler ji bo piştgiriyê bide keça xwe û girtiyên siyasî yên pê re ketine greva birçîbûnê, ji Îzmîrê hatiye Stenbolê. Soyler bal kişand ser asta pêkanînên kêfî û got, "Rûniştina li ber girtîgehê li aliyekî dema ku du dayik li hev kom dibin û diçin sûkê, polîs pêşî li wan digirin. Em bi ku ve biçin tên şopandin."

Dayik Soyler anî ziman, heft hezar girtiyên siyasî roj bi roj dihelin, lewma jiyana bi vî rengî zehmet e û got, "Her ku keça xwe dibînim, dibînim ku hinekî din kîlo li xwe kêm kiriye. Ji xwe zehîf bû, keçeke biçûk bû; niha bi temamî heliya ye. Ji bo min neêşîne her carê dibêje ku rewşa wê baş e, li rûyê min dikene. Lê belê ez zanim ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş dibe. Di hevdîtina vekirî de dema ku min bi destê wê girt, destê wê mîna qeşayê sar bû. Di vê hewa germ de dicirifin."

Soyler bal kişand ser daxuyaniya "Qedexeya hevdîtinê ya li Îmraliyê bi dawî bûye" ya Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul û destnîşan kir, tecrîd ne bi gotinê divê di pratîkê de bi dawî bibe.

Soyler diyar kir, ew heta dawiyê piştgiriyê didin daxwazên mafdar ên zarokên xwe û bang li Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û hevsera wî Emîne Erdogan kir: "Edalet wê rojekê ji bo her kesî pêwîst be. Em naxwazin zarokên me li girtîgehan bimirin. Em ji jiyana wan bi fikar in.

Bila rayedar hemû bikevin bin bar û êdî dawî li zilmê bînin. Bi taybetî dixwazim bang li Emîne Erdogan bikim; ew dayikek e, bila li me jî bifikire, rondik êdî di çavên me de neman, em bi xwînê digirîn. Êdî bes e. Bila êdî dayik negirîn. Dibêjin; bihuşt di bin lingê dayikan de ne, ka qîmetê me? Em diçin ber girtîgehan, me kaş dikin; em dibêjin ku saetekê rûnên, lê nahêlin. Em dayik êdî aştiyê dixwazin, aştî herî zêde mafê me ye."