Dayîk ji bo zarokên xwe ên hatine qetilkirin meşiyan
Dayîk ji bo zarokên xwe ên hatine qetilkirin meşiyan
Dayîk ji bo zarokên xwe ên hatine qetilkirin meşiyan
Dayîkên Ehmet Atakan, Elî Îsmaîl Korkmaz, Mehmet Ayvalitaş û Ethem Sarisuluk ên di berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û Medenî Yildirim ê ku li Liceyê ji aliyê leşkaran ve hate qetilkirin, li Hatayê ji bo qatil bêne derxistin meşiyan. Bi sedan jinan jî piştgirî da dayîkan.
Dayîka Elî Îsmaîl Korkmaz, Emel Korkmaz, dayîka Ethem Sarisuluk Sayfî Sarisuluk, dayîka Ehmet Atakan Emsal Atakan û dayîka Medenî Yildirim Fehriye Yildirim û gelek jinên din li Qada Ugur Mûmcû gihan hev.
Jin ji vir bisloganan ber bi Taxa Armûtlû ya ku Abdullah Comert û Ehmet Atakan lê jiyana xwe ji dest dan meşiyan. Jinan qerenfîl danîn cihê ku Comert û Atakan lê hatî qetilkirin.
Piştre koma ku hate Taxa Armûtlû, li vir çalakiya rûniştinê pêkanîn.