Dadgehê ji kuştina jinê re got 'birîndarkirin'

Dadgeha Edliye ya herêma Wanê biryara girtinê ya heta bi hetayê ji ber kuştina makbûle Sevînç li Necat Sevînç hatibû birîn, xera kir. Her wiha xwest bi 'rewşa baş' ceza kêm bike.

KUŞTINA JINÊ

Di sala 2021'ê de di wesayita ku Necat Sevînç diajot û ji gundê Xicikê yê navenda Mûşê diçû Erzîromê, li ser rêya Bostankent û Karaşmeşeyê Makbûle Sevînç bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. Di rûniştina biryarê ya têkildarî dozê de 5'ê Tîrmeha 2023'an Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Mûşê der barê Necat Sevînç de ji ber 'Kuştina hevjînê ya bi plankirî' cezayê heta bi hetayê birî.

Cezayê ku ji aliyê dadgeha herêmî ve hate birîn ji aliyê dadgeha îstînafê ve hate xerakirin. Di biryara xerakirina ceza de hate ragihandin ku dozger li gorî ûsûlê mutalaaya xwe nedaye, mutalaa dubare kiriye.

Li aliyê din Dadgeha Edliye ya Herêma Wanê biryara 'kuştina hevjînê ya bi plankirî' ya dadgeha herêmî xera kir. Di biryara xerakirinê de hate gotin, "Kuştina bi zanebûn nîne" û "Ji ber birîndarkirina giran" ceza lê bê birîn. Di heman demê de di biryarê de hate xwestin "li gorî rewşa baş" ceza bê kêmkirin.