CJWIJ: Herî zêde li Tirkiyeyê tundî li rojnamevanên jin tê kirin

CJWIJ'ê ragihandin ku welatê herî zêde tundî li rojnamevanên jin tê kirin Tirkiye ye.

Koalîsyona Jinê ya Rojnamevaniyê (CFWIJ) bi wesîleya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê têkildarî binpêkirina mafên rojnamevanên jin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Mîna par îsal jî ji meha Çileyê heta Nîsanê gelek êriş, destavêtin, gef û binpêkirina mafên mirovan li dijî hempîşeyên me hatin kirin."

Li gorî daxuyaniyê, binpêkirina mafên rojnamevanên jin di navbera mehên Çile û Nîsanê yên sala 2021'ê de bi rêjeya ji sedî 130,34 zêde bûye û di çaryeka destpêkê ya sala 2021'ê de 348 bûyerên li dijî rojnamevanên jin hatine tespîtkirin. Hate ragihandin ku 74 ji wan rojnamevanên jin ji ber nûçe û parvekirinên li medya dîjîtal hatine darizandin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji destpêka sala 2021'ê û vir ve 7 rojnamevanên jin hatine qetilkirin.

CFWIJ'ê diyar kir ku Efganistan welatê sereke ye ku rîska herî giran li dijî jiyana rojnamevanên jin lê heye û bi bîr xist ku di destpêka sala 2021'ê de li bajarê Celabadê 3 rojnamevanên jin ên xebatkarên Enikass TV Mûrsal Wahîdîı, Sadîa Sadat û Shahnaz Roafî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin.

D daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tundiya herî zêde ya li dijî rojnamevanên jin li Tirkiyeyê tê kirin û hate gotin, "Bi giştî me 114 bûyerên destavêtin, êriş û gefxwarinê qeyd kir. Ji destpêka sala 2021'ê û vir ve 50 rojnamevanên jin ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya dîjîtal û nûçeyên xwe derketin pêşberî dadgeriyê."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala yên ku li Wanê nûçeya têkildarî helîkopterê çêkirin nêzî 6 mehan li girtîgehê hatin hiştin.