Civîna Meclîsa Jinê ya HDK'ê: Jin temenê desthilatdariyê kêm dike

Hevberdevka Meclîsa Jinê ya HDK'ê Esengul Demîr got, "Em ê têkoşînê li qadan mezin û hevpar bikin" û destnîşan kir ku jin temenê desthilatdariyê kurt dike.

Civîna 1’emîn a Serdema 11’emîn a Meclîsa Jinan a Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li navenda giştî ya li Taksîma Stenbolê hate lidarxistin. Li cihê civînê pankarta ji bo bîranîna qurbaniyên Otela Madimakê hate daliqandin.

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr di destpêka civînê de axivî û got, ew di destpêkê de qurbaniyên Komkujiya Sêwazê bibîr tînin û piştî komkujiyê berpirsiyar nehatine cezakirin û hatine xelatkirin. Demîr da zanîn ku dîroka Tirkiyê dîroka komkujiyan e.

Demîr qetilkirina Denîz Poyraz bi bîr xist û diyar kir ku ev qetilkirin hevkariya çete, dewlet û mafyayê bi hev re nîşan dide. Demîr destnîşan kir ku berxwedan û têkoşîna jinan dide nîşandan ku temenê vê desthilatdariyê kurt e. Demîr bal kişand ser hewldana girtina HDP’ê û got, HDP partiya bi milyonan însanî ye û wê bi milyonan kes li pey vê fikra HDP’ê biçin.

Demîr destnîşan kir ku ew di pêvajoyek pir cidî de derbas dibin û feqîrî, dizî û komkujî li her deverê pêk tên, ew ê ti carî feqîrkirina xelkê, dizî û komkujiyan qebûl nekin û di vir de wezîfeyek mezin dikeve ser milê HDK’ê. Demîr anî ziman ku HDK navenda têkoşîna mafparêziyê ye û wê di vê serdema nû de têkoşîna xwe ya hevpar li qadan mezintir bike.

Piştî axaftina Demîr civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.