Çile wê ji bo Kurdên li Ewropayê bibe meha çalakiyan
Çile wê ji bo Kurdên li Ewropayê bibe meha çalakiyan
Çile wê ji bo Kurdên li Ewropayê bibe meha çalakiyan
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) der barê komkujiya Parîsê de plansaziya xwe ya çalakiyan aşkera kir. Li gorî vê yekê, bi wesîleya yekemîn salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd li Parîsê, wê di meha Çileyê de li gelemperiya Ewropayê kampanyayeke çalakiyan bê meşandin.
Bi munasebeta yekemîn salvegera komkujiya Parîsê, ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li navenda Parîsê yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Fransayê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, plansaziyeke berfireh a çalakiyan hat destnîşankirin.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) da xuyakirin ku qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd bi awayekî 'hovane', di serî de gel û jinên Kurd, bandoreke giran li dostên gelê Kurd, şoreşger-demokrat û mûxalîfan kiriye. TJKE destnîşan kir ku vê yekê di heman demê de rê li ber 'hêrseke mezin' a li dijî hêzên komkujî kirine, vekiriye.
TJKE bibîr xist ku ev komkujî li destpêka pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin rast hatiye û diyar kir ku hewl hatiye dayîn bi vê provokasyonê re pêvajo were sabotekirin.
LI 20 NAVENDÊN CUDA YÊN EWROPAYÊ HER ÇARŞEM ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN
TJKE da xuyakirin ku weke jinên Kurd ên li Ewropayê, ji bo ronîkirina komkujiyê wan dest bi rêzeçalakiyan kirine û got, "Ji bo vê yekê, ev saleke li 20 navendên cuda yên Ewropayê her hefte rojên Çarşemê li pêş Konsolosiyên Fransayê me çalakî kirin û ji Wezareta Edaletê ya Fransayê re bi dehhezaran qert şandin. Di 8'ê Adara 2013'an me ji bo bîranîna sê şoreşgerên jin li Parîsê meşeke navendî pêk anîn. Di sala 2013'an de me 25'ê Mijdarê roja Têkoşîna li hemberî Tundiya li dijî Jinê bi şiyara "Komkujiya Parîsê Qirkirina Jinê ye" li hemû bajarên Ewropayê bi çalakiyan pêşwazî kirin. Ji bo ronîkirina Komkujiya Parîsê me dosya pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî, Dîwana Edaletê ya Lahey, Parlamenta Ewropa û Konseya Ewropayê kirin."
PLANSAZIYA ÇALAKIYAN
Plansaziya çalakiyan a TJKE wiha ye:
Di 11'ê Çileya 2014'an de wê li gelemperiya Ewropayê, bi beşdariya Îngilîstan, Awûstûrya, Almanya, Holanda, Belçîka, Swîsre û Fransayê bi armanca şermezarkirin û ronîkirina komkujiya Parîsê, wê ji ber Gare Du Nord a Parîsê meş destpê bike û li meydana Republica mîtîng were lidarxistin.
Qadeke din a lê meşên şermerzarkirina komkujiya Parîsê were lidarxistin Skandînavya ye. Di 11'ê Çileyê de li Swêd, Norwêc, Fînlandiya û Danîmarkayê wê meş û mîtîngên şermezarkirinê bên lidarxistin.
Ji ber salvegera komkujiya 9'ê Çileyê, çalakiyên Çarşemê yên li pêş konsolosiyên Fransayê wê di 9'ê Çileyê roja Pêncşemê de bi şiyara "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" li Bremen, Berlîn, Hambûrg, Hannover, Gîessen, Darmstadt, Frankfûrt, Stûttgart, Munchen, Dusseldorf, Bruksel, Den Haag, Viyana, Marsîlya, Parîs, Strasboûrg, Bern, Zurich, Basel û Stockholmê pêk werin.
ÇALAKÎ Û BÎRANÎNÊN DIN
BONN: SEMÎNER
Dem: 5 Çile
Saet:13:00
HAMBÛRG: BÎRANÎN
Dem: 8 Çile
Saet: 18:00
Navnîşan: Li Navenda Centro
MEŞ:
Dem: 9 Çile
Saet: 16:00
Navnîşan: Hachmannplatz
OLDENBÛRG: MÎTÎNG
Dem: 9 Çile
BREMEN: BÎRANÎN
Dem: 5 Çile
Saet: 13:00
MEŞ
Dem: 9 Çile
Saet: 16:00
DARMSTADT: ÇALAKIYA NOBEDÊ
Dem: 9 Çile
Saet: 11:00- 16:00 Nobedgirtin
16:00-18:00 Meş û Mîtîng
GÎESSEN: ÇALAKIYA NOBEDÊ
Dem: 9 Çile
Saet: 14:00- 17:00 Nobed
Navnîşan: Lowengasse Seltersweg
FRANKFÛRT: ÇALAKIYA NOBEDÊ
Dem: 9 Çile
Saet: 11:00- 18:00 Nobed
Navnîşan: Haûptwache
Heman rojê saet di 14:30 çelenga reş li pêş Konsolosa Fransayê bê danîn û mîtîng were kirin
SAARBRUCKEN: ÇALAKIYA NOBEDÊ
Dem: 9 Çile
Saet: 14:00- 17:00 Nobed
Navnîşan: Pêşiya Konsolosiya Fransayê
MANNHEÎM: ÇALAKIYA NOBEDÊ
Dem: 9 Çile
Saet: 13:00- 18:00
Navnîşan: Paradaplatz
Dê kon were vedan û standa enformasyonê bê vekirin
STÛTTGART: CIVÎNA BÎRANÎNÊ
Dem: 4 Çile
Saet: 14:00
Navnîşan: Komeleya Çanda Mezopotamya-Stûttgart
PROTESTOYA LI BER KONSOLOSA FRANSAYÊ
Dem: 9 Çile
Saet: 16:30
Navnîşan: Rotebuhlplatz/Stadtmîtte
ESSLÎGEN: BÎRANÎN
Dem: 25 Çile
Saet: 14:00
Navnîşan: Burgender Str. 5 / 73733 Mettîngen
FORZHEÎM: BÎRANÎN
Dem: 19 Çile
Saet: 14:00
Navnîşan: Navenda Çandê ya Kurd
MÎTÎNGA BI BEŞDARIYA JI KOLN-BONN-DÛÎSBÛRG-DORTMÛND-DUSSELDORF-ESSEN-BÎELEFELD
Navnîşan: Pêş Konsolosiya Fransa ya li Dusseldorfê
Dem: 9 Çile
Saet: 12:00
BERLÎN: MEŞ
Dem: 4 Çile
Saet: 15:00
Navnîşan: Hermanplatz
PÊŞENGEHA WÊNEYAN
Dem: 5 Çile
ÇELENGDANÎNA PÊŞ KONSOLOSA FRANSAYÊ
Dem: 8 Çile
Saet: 15:00
CIVÎNA BÎRANÎNÊ
Dem: 9 Çile
HANNOVER: BÎRANÎN
Dem: 5 Çile
PROTESTOYA LI PÊŞ KONSOLOSA FRANSAYÊ
Dem: 9 Çile
Ji bajarê Salzgîtterê jî dê beşdarî çê bibe
HOLLANDA
AMSTERDAM: MÎTÎNG
Dem: 4 Çile
DENHAAG: PROTESTOYA LI PÊŞ KONSOLOSA FRANSAYÊ
Dem: 9 Çile