Cihê stargehên jinan nayê veşartin
Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz got, di serî de dikandar gelek kes bi cihê stargehên jinan zanin û mexdûr li stargehan jî têne acizkirin.
Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz got, di serî de dikandar gelek kes bi cihê stargehên jinan zanin û mexdûr li stargehan jî têne acizkirin.
Cihê stargehên jinan li gorî pîvana ewlekariyê divê veşartî bêne hiştin, lê belê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ji ber ku ev pîvana nepenîtiyê tê binpêkirin, cihê stargehên jinan têne zanîn. Yek ji van jî stargeha jinê ya li Mûşê ye. Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz mijar xist rojevê, tevî ku pêşnûme pirs jî pêşkêş kir, wezaretên pêwendîdar gava pêwîst neavêtin.
Platforma Em ê Kuştina Jinê Rawestînin diyar kir ku di sala 2023'an de 315 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 248 jin jî bi gumanbarî mirin. Li gel biryara wergirtina tedbîrê jî ji ber ku hêzên dewletê karê xwe yê parastinê bi cih nînin, jin li pêş çavan têne kuştin. Kêmaniya hejmara stargehên jinan û pirsgirêka di ewlekariyê de sedemên girîng ên zêdebûna kuştina jinan e. Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz ku beriya niha mijar xist rojeva Meclîsê, anî ziman ku di serî de dikandar gelek kes bi cihê stargeha jinê zanin, malbatên jinên mexdûrê tundiyê tên heta ber deriyê stargehê û disekinin. Boz destnîşan kir ku ji bo stargehê pîvana ewlekariyê û nepenîtiyê bi temamî tê binpêkirin û got, "Di asta herêmî de me hin hevdîtin kir û hate gotin ku her kes bi cihê vê stargehê zane, xebatkarên wê jî ji ber ku ji wir in cihê saziyê nikare veşartî bimîne. Her wiha tê gotin, ji ber ku cihê wê tê zanîn malbat diçin ber derî û ji bo wergirtina jinan disekinin. Ev jin divê tavilê ji cihekî ku nayê zanîn bê veguhastin. Divê cihê stargeha jinê bê guhertin."
WEZARETAN GAV NEAVÊTIN
Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz bi bîr xist ku di Tebaxa 2023'an de wê pêşnûme pirsek pêşkêş kir, lê belê Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê û Wezareta Karên Hundir gavek li ser mijarê neavêtin û got, "Hîn jî me nekarî bersivekê ji Wezareta Karên Hundir werbigirin. Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê jî bersiveke welê da ku nayê ti wateyê, ti gavê neavêje. Pîvana nepenîtiyê hatiye binpêkirin, ewlekarî nikare bê pêkanîn. Halbûkî vê saziyê soza parastina wan jinan dabû. Divê bi lez ji bajarekî nêz re bê veguhastin û cihê wê nediyar be. Têkildarî personel û rêveberên ku pîvana ewlekarî û nepenîtiyê binpêkirine divê lêpirsîneke bi bandor bê meşandin."
LI GORÎ NIFÛSÊ DIVÊ STARGEHÊN JINAN HEBIN
Sumeyye Boz ragihand ku li bajêr li gorî nifûsê bi têrkerî stargehên jinan nîne, ev yek jî pirsgirêka ewlekariyê bi xwe re tîne û bi bîr xist ku şaredarî xwedî wê berpirsyariyê ye ku ji bo jin û zarokan stargehan ava bike.