Cenazeyê Melek Nebîh Xelîl hate dîtin
Cenazeyê Melek Nebîh Xelîl (16) hate dîtin a ku çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ew revandibû.
Cenazeyê Melek Nebîh Xelîl (16) hate dîtin a ku çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ew revandibû.
Çeteyên Sûltan Mûrat ên OSO’yê yên ku dewleta Tirk piştigirî dida wan di 23’ê Gulanê de Melek Nebîh Xelîl (16) revandibû. Cenazeyê Melek Nebîh Xelîl roja Înê li nêzî gundê Firizîyê yê Azezê hate dîtin.
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê bal kişand ser vî tiştî ku Melek Nebîh Xelîl li gundê Dêrwîş ê Şereya Efrînê ji aliyê çeteyên Sûltan Mûrat hatibû revandin.
Dewleta Tirk li Efrînê hê jî sûcê mirovayetiyê dike.