Cenazeyê Harman ji saziya Tipa Edlî hat wergirtin
Cenazeyê Harman ji saziya Tipa Edlî hat wergirtin
Cenazeyê Harman ji saziya Tipa Edlî hat wergirtin
Cenazeyê endama Meclîsa Jinê ya BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Neslîhan Harman ku dema diçû mîtînga 1'ê Îlonê ji aliyê hevserê xwe yê berê ve hat kuştin, ji Tipa Edlî hat wergirtin.
Tevî Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel, komek ji jinan cenazeyê Harman wergirt û niha dibin Taxa Kanaryayê.
Piştî ku cenazeyê Harman li vê derê were şuştin, wê sibê were veşartin.