Cenazeyê endama Meclîsa BDP'ê Neslîhan li Saziya Tipa Edlî ye

Cenazeyê endama Meclîsa BDP'ê Neslîhan li Saziya Tipa Edlî ye

Cenazeyê Endama Meclîsa Jinê ya BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Neslîhan Harman ku ji aliyê hevserê xwe yê berê Zeydan Harman ve bi çekê hat kuştin, birin saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. 

Endama Meclîsa Jinê ya BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Neslîhan Harman ku ji bo tev li mîtînga Aştiyê ya li Kadikoyê bibe ber bi Kadikoyê ve ket rê, ji aliyê hevserê xwe yê berê ve hat kuştin. 

Cenazeyê Neslihan Harman rakirin Saziya Tipa Edlî ya Yenibosnayê. Piştî karê otopsiyê xelas bibe, dê cenaze sibê teslîmî malbatê bê kirin. Hat zanîn ku meclîsa Jinê ya BDP'ê dê îşev li ber nexweşxaneyê nobetê bigirin.