Celaliyan: Ez ê rêya xwe bidomînim

Jina Kurd a girtî Zeyneb Celaliyan a têkildarî nedermankirina dewleta Îranê ya wê nameyek nivîsî û banga “Ez bi tena xwe ji we hemûyan bihêztirim. Ez ê rêya xwe bidomînim” li hikûmeta Îranê kir.

Jina Kurd a şoreşger Zeyneb Celaliyan a ku ev 11 sal in di girtîgeha Îranê de ye, diyar kir ku di vê pêvajoya girtinê de bi gelek nexweşiyan keteiye û tevî van nexweşiyan jî li ber xwe dide.

Peyama Celaliyan wiha ye:

 “Di despêkê de pirsgirêk di çavên min de çêbûn. Piştre jî di gurçîsk de çêbûn û piştî wê jî tuşî nexweşiya givaştina xwînê bûm. Piştî van nexweşiyane didanên min jî xerab bûn. Ev 3 mehe ez daxwaza çareseriya nexweşiyê dikim, lê berpirsyarên zindanê tu karek nekirin. Ez weke girtiyek siyasî ji hemû mafên xwe bê par hatime hiştin. Min baş dizanî ger ez daxwaza çareseriya nexweşan bikim, bersiva min nadin. Wek çawa niha nadin.

Ev hikumet sextekar û du rû ye. Min neşandin nexweşxaneyê. Lê di ragihandinên xwe de diyar dikin ku Zeyneb Celaliyan hatiye şandin ji bo nexweşxaneyê. Di vê hikûmetê de tenê demarek yê mirovahiyê jî nîne. Wêneyên ku di sala 2008’an de hatîn girtin bikartênin û belav dikin. Bi vî awayî dixwazin rêxistinên mafên mirovan bixapênin. Wek celadan ku dixwazin serê min bibirin tev digerin û li ser serê min rawestane. Gelo ev celadane çi ji min dixwazin. Gelo ger kesek wek van celadane ne fikire, ma divê bimre yan di zindanê de bi rize? Ey celadîno, guhê we li dengê azadîxwazên pişt dîwarên zindanan nîne? Kesê ku ji bo azadiya bîr û fikrê xwe tê dikoşe, vêna baş bizanin hûn celad û ti hêzek din nikare fikir û ramanên wî kesî li zindanê bidin.

Di rêya azadiyê de mirin ji bo min şîrîne. Wê di rastiyê de ew paçên reş yên ku we hilgirtîn, wê we bi xwe bibire. Çarenûsa we û hemû hevalên we şikestine. Ti tiştek ewqas bihêz nîne ku bikare rê li ber têkoşîna min a ji bo gihiştina armancên min bigre. Ez bi tena serê xwe ji we hemûyan bihêzitirim û ez ê rêya xwe dewam bikim.”