Cansiz, Dogan û şaylemez li Beîl û Frîboûrgê hatin bibîranîn

Li bajarên Bîel û Frîboûrg ê Swîsreyê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hate bibîranîn.

Di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Di 5’emîn salvegera qetlîamê de Sara,Rojbîn û Ronahî tên bibîranîn.

BÎEL

Çalakiya bibîranînê ya ji aliyê Komîna Jinan a Arîn Mîrxan û NCDK’ê hatî rêxistinkirin li Navenda Civaka Demorkatîk a Kurdistan ya Bîelê hate lidarxistin.

Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û axaftin hate kirin. Di axaftinan de bal hate kişandin li ser qetlîama ku ji aliyê çeteyên AKP/Erdogan ve hatî kirin û hate gotin ku bi vê qetlîamê xwestin Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bikin.

Hate ragihandin ku wê bi şîara ‘Serî Hilde’ li dijî polîtîkayên qirêj bisekinin.

Çalakiya bibîranînê piştî nîşandana sînevîzyona ku qala jiyana hersê têkoşeran dikir bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Sara, RojbÎn,Ronahî’ bi dawî bû.

FRÎBOÛRG

Li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê jî ji aliyê Komîna Jinan a Nûjiyan ve çalakiya bibîranînê hate lidarxsitin. Çalakiya bibîranînê bi deqîqeyek rêz girtin destpêkir û sînevîzyon hate nîşandan.

Piştî axaftinên di çalakiyê de bibîranîn bi dawî bû.