Cansiz, Dogan û Şaylemez li Essen û Strasboûrgê hatin bibîranîn

Cansiz, Dogan û Şaylemez li Essena Elmanyayê û li Strasboûrga Fransayê hatin bibîranîn.

Li Essena Elmanyayê û li Strasboûrga Fransayê damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin bibîranîn ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin.

ESSEN

Li Elmanyayê li bajarê bi navê Essenê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Bêrîvan Şengal bibîranîn hate lidarxistin.

Beriya bibîranînê komek Kurdistanî çelengeke reş danîn ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Essenê û qetlîam protesto kirin.

Piştre ji Navenda Civakî ya Demokratîk a Essenê bibîranîn hate lidarxistin. Di axaftinên bibîranînê de hate gotin ku barê Cansiz, Dogan û Şaylemez wergirtibûn gelekî bi nirx bû.

Bibîranîn bi banga meşa di 6’ê Çileyê de bi dawî bû.

STRASBOÛRG

Li Fransayê li bajarê Strasboûrgê Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin bibîranîn.

Kurdistanî li Place Kleberê hatin ba hev û qetlîam naletkirin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin bibîranîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin, heta ku kesên fermana qetlîamê dane derkevin holê ew ê çalakî bidomin.

Bibîranîn bi banga meşa di 6’ê Çileyê de ya li Parîsê bi dawî bû.