CÎK'ê cejna Ramazanê pîroz kir

CÎK'ê peyama pîrozkirina cejna Ramazanê da, bang li alim, zanyar, şêx û civaka Kurd kir ku li dijî hovîtiya dewleta Tirk a li ser Kurdan bêdeng nemînin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji bo cejna Ramazanê peyama pîrozkirinê da. CÎK'ê di peyama xwe de zilm û zordariya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bi bîr xist, bang li alim û zana û şêzan kir ku li dijî zilm û hovîtiya Tirk bêdeng nemînin. 

CÎK'ê di peyama xwe de got,''Dewleta Tirk bi salan e cejn û rojî kiriye êş, komkujî, wêrankirin, vê meha Ramazanê jî kesên ku ji xwe re dibêjin Misilman in li her çar parçeyên Kurdistanê zilm û wehşeta xwe dirêjin, ev bi sedan sal in wiha derbas dibe. Ev zilm û wehşweta dewleta Tirk di ti dîn, bawerî û sîstema hiqûqê de ne rewa ye.''

CÎK'ê her wiha bang li alim, zanyar, şêx, seyîd, civaka Kurd û Kurdên Misilman kir ku li bara vê vê zilm û zordariya Tirk bêdeng nemînin.

Peyma CÎK'ê wiha ye: ''Ev, civaka me qir dikin, hewceya her Kurdê xwedî feraset vê fêhm bike, ji wan dûr bikev û bi civakê xwe re be. Dema wê ye ku em bi berpirsyariyên xwe yên Îslamî, windanî yên civakî rabin. Komkujiya li ser Başûr li ser hemû Kurdan e. Bawermendên dirûst, li dijî vê vî şerê dijwar ê bêencam, ku bi salan e li dijî gelê me dikin, divê êdî tu jî bixebitî. Heke em vî şerî ranewestînin û xwîşk û biratiyê ava nekin ti îbadet û cejnên me bi maneya rastî nayên jiyîn.

Em Civaka Îslamî ya Kurdistanê bang dikin her kesê ku dixwaze cejn bi maneya rastî wer jiyîn divê li dijî vî şerî, li dijî êrîşên dewletê xwedî helwest be.

Ji bo cejn bi rastî bibin cejn divê şer raweste, xapandin û bêdadî rabe. 

Bi hêviya pîrozkirina cejnên bi xwîşk û biratî û wekhev, aramî, azadî em di serî de li Kurd û Kurdistanê û alema Îslamê cejna Ramazanê pîroz dikin.''