Buldan, Roja Dayikan li Meydana Galatasarayê pîroz kir

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ji bo Roja Dayikan li Meydana Galatasarayê bû ku Dayikên Şemiyê bi salan in li wir li aqûbeta xizmên xwe dipirsin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û wekîlên HDP'ê Serpîl Kemalbay, Huda Kaya, Dilşat Canbaz Kaya û Oya Ersoy li Meydana Galatasarayê Roja Dayikan pîroz kir, ku ji heftiya 700'î û wir ve Meydana Galatarayê li Dayikên Şemiyê hatiye qedexekirin. Buldan û yên pê re qerefîl li ber Lîseya Galatasarayê danîn.

Pervîn Buldan li vir axaftinek kir, bal kişande ser Dayikên Şemiyê têkoşîn û lêgerîna wan û got, ''Em dixwazin di demeke kurt de dayikên ku ji zarokên xeberê nastînin dilşa bibin. Em hêvî dikin dayikên ku hê jî xwe neighandine zarokên xwe, hê jî pê nizanin bê ka goreke wan heye yan na, dixwazin bigihin zaroyên xwe şad û bextewar bibin.''

Buldan bi berdewamî got,''Em ji ber zaroyên wan ên dayikan, êş, hêvî û bendewariya ya hemûya dayikên ku bêriya zaroyên xwe kirine careke dî dibînin û em hêvî dikin ku daxwazên wan demildest werin bicihanîn.''