Broşûra TJA’yê: Em jiyanê û xwe jî azad bikin!

TJA’yê di nav çarçoweya kampanaya ‘Em ê qirkirina jinê rawestînin, jiyanê azad bikin’ de brûşûrek belav kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) 3’yê Tebaxê di nav çarçoweya kampanyaya ‘’Em ê Qirkirina Jinê Rawestînin, Jiyanê azad bikin’ li Êlihê starta çalakiyê  bi broşûra bi navê ‘Em ê Qirkirina Jinê Rawestînin, Jiyanê azad bikin’ dan.

Di broşûrê de hate gotin:

 ‘EM FAŞÎZMA ZILÊM-DEWLETÊ RAWESTÎNIN’

‘Li dijî tundiya zilêm-dewletê ku dixwazin jinê dîl bigirin bi têkoşîna xwe em ê jiyanê azad bikin!

Li dijî wan ên ku dixwazin ji jiyanê jinê tecrîd bikin rêxistinbûn azadbûn e!

Em jin,

-Rewşa Awarte weke pêvajoya bi mebesta ku jiyanê dîl bigirin dibînin, weke pêvajoya ku dixwazin welêt bikin DAIŞ’î. Ji bo azadiya jinê û jiyanê divê Rewşa Awarte demildest bi dawî bibe.

-Têkoşîna li dijî kuştina jinê di heman demê de têkoşîna dijî mêtingeriyê ye.

-Têkoşîna li dijî desteserkirin, jina ku hatî talankirin, ji bo heq û hiqûqa jinê wê bibe berxwedana dijî faşîzmê.

-Ji bo vê jî parastina azadiya jinê parastina jiyana azad e.

-Rawestandina qirkirina jinê, tecawiz û fihûşê parastina jinê û pêkanîna azadiya jinê ye.

-Li hemû qadên jiyanê em li dijî êrîşên li ser jinê têbikoşin û faşîzma zilêm-dewletê rawestînin.

-Kuştina jinê polîtîk e, xweparastin maf e.’’