Bişirîna şoreşgerî ya kolanan: Mazlûm Tekdag

Wî di jiyana xwe ya 37 salî de bi hezaran çalakî pêk anîn. Ji Amedê heya Colemêrgê, ji Mersînê heya Îzmîrê, ji Edeneyê heya Stenbolê bi dehan bajaran şûnpêkên wî hene. Ger zanista kolanan hebûya, wê navê wê Mazlûm bûya.

ŞEHÎD MAZLÛM TEKDAG

‘’ Û çîroka te ya ji aliyê te ve hatî nivîsandin, wê têra hemû jiyayên paşdemayî bike, wê li ser zimanê her kesî be.’’

Hevrêyê wî Îsmaîl Kardaş di dîwana xwe ya bi navê, ‘Çûyîn’ de çûna Mazlûm di helbesta xwe ya bi navê, ‘Hewara Min’ de wiha vedibêje.

Dema mirov dixwaze qala şehîdan bike yan jî têkildarî wan hin tiştan bîne ziman mirov dikeve telaşa peyvan. Mirov kîjan peyvê bibîne jî û kîjan hevokê saz bike jî û bi rojan jî bifikire jî tim dizane ku ‘’kêm dimîne.’’ Vegotina Mazlûm Tekdag yanî ‘’Mazlûmê me’’ tim ‘’kêm’’ dimîne.

Dema Mazlûm Tekdag şehîd dibe, dayîkeke şehîdekê dipirse; ‘Ev çi ye ku her kes pê xemgîn bûye? Ev lawê xweşik kî bû, kî bû ev Mazlûmê xweşik?’

Di nava bêdengiyeke kûr de… Diviya bi çend gotinan qala Mazlûm bihata kirin.

Dayê gotin bi têrê nakin… Ma ez ê bi kîjan gotinan qala wî bikim?

Mazlûm neviyê Arîfe Tekdag a ku di 12 Îlonê de dema ku her kes li hemberî wehşeta zindana Amedê bêdeng dima, wê li gel Sakîne Aratê zindana Amedê dida ber keviran.

Mazlûm kurê Mehmet e ku bi welatparêzî û xwerûbûna xwe dihate nasîn, Mazlûm kurê şehîdê ku kujerê wî diyar û ji aliyê kontragerîlayan ve hatî qetilkirin e.

Mazlûm biraziyê Alî Tekdag ê şoreşger e, ê ku tifî rûyê Esat Oktay kirî û li hemberî êşkenceyê berxwedanake bêhempa nîşan dayî. 

Û…

Mazlûm kurê Ayselê ye, Aysel a ku xwedî dilê birûmet, Aysel a ku li Amedê deriyê xwe ji gelek şoreşgeran re vekirî,  hevrê, heval, dayîk û xwişka şoreşgeran.

Mazlûm genaralê biçûk e ku wî di salên 90’î de hê di 8 saliya xwe de li Amedê ku li kolanan mirin lê kêm nedibû, Rojnameya Ozgur Gundemê belav dikir.

Dayika Zeynep, bedewiya Mazlûm bişirîna şoreşgeran bû…

Beriya ku ew ji dayîk bibe, zilmê xwe gihandibû ber deriyan. Beriya ku ew ji dayîk bibe, têkoşîn û rûmet di nava mala wî de. Apê Mazlûm, Alî Tekdag di 12’ê Îlonê de bi kuştina xwe razî bibû lê belê sira xwe eşkere nekiribû. 

Malbata Tekdag di hedefa dewletê de bû. Mazlûm di sala 1984’an de ji dayîk dibe, sala ku guleya yekem tê avêtin, sala têkbirina çarenûsa ku ji bo gelekî hatî diyarkirin. Navê xwe ji Mazlûm Dogan ê ku li zindanên Amedê bûyî sembola têkoşînê digire. Mazlûm bi çîrok û şahidên rastîn û çîrokên mexdûrên zindana Amedê mezin dibe. Dema ku bavê wî Mehmet li Amedê tê qetilkirin, ew hê 8 salî bû. Dema apê wî jî tê qetilkirin jî hê 11 salî bû.

Mazlûm mezin dibe, zilm mezin dibe. Her zilm di dilê Mazlûm de vediguhere agirekî azadiyê, agirekî berxwedanê.

Dema Mehmet Tekdag tê tê qetilkirin, Mazlûm li Amedê genaralê biçûk ê heqîqetê bû ku li kolanan Rojnameya Ozgur Gûndem belav dikir. Dema ku apê wî Alî Tekdag tê qetilkirin jî ew di 11 saliya xwe de şoreşgerekî serhildêr û sergovendê komeke govendê bû. Wî tim serkêşiya govend û serhildanê dikir.

Her roj bi ser mala wan de digirtin, endamên malbata wî dihatin binçavkirin û polîsên Tirk bi rojan ji mala wan dernediket.  Vê zilmê bi rojan, bi mehan dewam dikir lê belê Malbata Tekdag ji têkoşîna rûmet û berxwedanê gavek jî bi paş de nediavêt.  Mazlûm di hemû temenên xwe de şoreşger bû. Wî hemû temenên xwe bi şoreşgertiyê derbas dikirin.  Di 8 saliya xwe de Rojnameya Ozgur Gundemê belav dikir û ji bo ku heqîqetê bigihîne gel di nava refên ‘’Generalên Biçûk’’ de cih digirt. Zarokekî gelekî jêhatî bû.  Di zarokatiya xwe de sergovendê koma folklorê ya MKM’ê bû Mazlûmê hevalên xwe.  Tevî ku zarokê herî mezin ê malbatê jî bû li hemberî zehmetiyan li ber xwe dida. Ji aliyekî ve ji bo debara malbata xwe kar dikir û ji aliyekî ve jî di nava xebatên şoreşgeriyê de cihê xwe digirt.

Ma Hakî Karer ê yek ji pêşengê fikra ji bo têdikoşiya jî ne wisa bû? Li aliyekî kar dikir û pêdiviyên partiyê dabîn dikir û li aliyekî jî amadehiyên şoreşê dikir.

Di hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê HEP, DEP, HADEP, DEHAP’ê de xebitî. Komîsyona zarokan, komîsyona ciwanan, komîsyona çandê, komîsyona perwerdeyê, komîsyona birêxistinê, komîsyona avakirinê…

Têkoşîn Mazlûm mezin dike; vediguhere, lêkolîn dike, analîz dike û pêş dikeve.

Şoreş mezin dibe, Mazlûm mezin dibe… Dema ku têkoşîn xwe digihîne bi milyonan Mazlûmê me hê Mazlûm e…

Wî di jiyana xwe ya 37 salî de  bi hezaran çalakî pêk anîn. Ji Amedê heya Colemêrgê, ji Mersînê heya Îzmîrê, ji Edeneyê heya Stenbolê bi dehan bajaran şûnpêkên wî hene. Ger zanista kolanan hebûya, wê navê wê Mazlûm bûya.

Dema ku Mazlûm derbasî li qadekê dibû, bandoreke mezin li ser her kesî ava dikir. Ew sekna wî ya bibiryar, xweragir û berxwedêr kêliya herî bêhêvî veguherand hêviyeke wêrek, kêliya herî bêdeng veguherand çalakiyeke bicoş.

Ji Xançepek a Amedê û heya Qada Kadîfekale ya Îzmîrê  li hemû kolanan deng û rengê Mazlûm heye. Zilma dijmin û dîroka xwe ya bixwîn ji Şêx Seîd heya Seyîd Riza, ji Alîşer heya Apê Mûsa, ji Mereşê heya Cizîra Botan, ji Dersîmê heya Sêwasê baş dizanî.

Li hemberî zilma dijmin, înad û serînetewandina  Mazlûm hebû. Serînetewandina xwe ji Kemal Pîr, serhildêriya xwe ji Mahsûm Korkmaz û zanabûna xwe ji Mazlûn Dogan girtibû.  Ew zarokê heqîqetê ya nê yê partiyê bû, ew Mazlûmê me bû. 

Mazlûm gelek caran hate binçavkirin û êşkence lê hate kirin.  Heya hestiyên wî dihatin şikandin, êşkence lê dihate kirin. Mirina qebûl dikir lê belê sira xwe eşkere nedikir. Kenê li ser rûyê xwe tu carî kêm nedikir.  Dema ku ji ber doza KCK’ê li zindana Amedê girtî bû, bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di têkoşîna rojiya mirinê de cihê xwe girt.  Hevseroka BDP’ê ya wê demê Gultan Kişanak  xwest nameya ku Mazlûm jê re nivîsandî, li ser kursiya meclisê bixwîne. Nekarî bixwîne, hêsir ji çavan bariya.

Kesên ku jiyana Mazlûm ya birûmet dizanin, li hemberî mezinahiya têkoşîna wî dikevin nava hestên kûr û bêterîf.

Mazlûm Tekdag di jiyana xwe ya 37 salan de zêdetirî 30 salên xwe bi têkoşîna şoresgeriyê bihurand. Tişkekî ku kesên ew nas dikirin, ew bihîstibûn, guhdariya wî kiribûn dizanîn hebû; bedewiya şoreşê di çavên Mazlûm ên biken de bû.

Bi hezaran hevrêyên Mazlûm yên ku ew nas kirine, hevalên wî, dostên wî û xizmên wî, wî tim bi çavên wî û bişirîna li ser rûyê wî bi bîr tînin.  Wî di jiyana xwe ya ku wê bi dehan roman li ser werin nivîsandin de coşa xwe ya şoreşgeriyê, kelecana xwe tu carî winda nekir. Hevaltî û hevrêtiya xwe bi awayekî sade û jidil jiya.

Dema hevrêyekî nexweş dibû, li cihê xwe nedisekinî, diçû û ji wî re dibû derman.  Hevrêyên xwe yên bêmoral û êşkêş  bi bişirîna xwe, bi baweriya xwe û bi zanabûn û sekna xwe ya jiyanî radikir ser piyan.  Li cem wî bawerî û kelecaneke mezin hebû.

Çavê wî ne li meqam û mewkiyan bû; bîat nekir, tenezil nekir. Ji meşa xwe tawîz neda. Zimanê dest, mil û piyên wî zimanê yekî Amedî bû. Ji dûr ve xwe kifş dikir û lehengekî Amedî tê ku navê wî Mazlûm e…

Gelekî ji helbest  û edebiyat û bi taybet jî felsefeyê hez dikir.  Bi sekna xwe ya resen tim dixwend, lêkolîn dikir û xwe pêş dixist.  ‘’Sosyolojiya Azadiyê’’ ya Rêber Apo esasa jiyana wî ya îdeolojîk bû. Xwe di mijarên ekolojîk, bajarbûn, jiyana komunal û modernîteya kapîtalîst de gelekî pêşve biribû.  Helbest ji bo wî gelekî pîroz bû. Gelekî ji Ahmet Tellî û Hasan Huseyîn Korkmazgîl hez dikir. Çend derfet peyda dikir, ji hevrêyên xwe re bi dengê xwe yê xweşik helbest dixwendin.

Mazlûmê berê wî li çiyayan..

Mirov dikare îdolojî û fikrekê baş vebêje. Baş jî bîne ziman. Lê belê jiyîna îdeolojî û fikrekê karê şoreşgeran e. Mazlûm mînaka vê ya herî baş bû.  Jiyana îdeolojîk û sekna îdeolojîk sereketirîn taybetmendiya şoerşgerên Kurdistanê û kadroyên Tevgera Azadiyê ya Kurdan e. Li pişt vê seknê hez û bişirînek heye. Mazlûm bedewtirîn mînaka vê jiyanê ye. 

Di pêvajoya rêveberiya xweser de dema ku dewleta Tirk bi hovîtî, komkujî û qirkirinê bajar dişewitandin, Mazlûm berê xwe dide çiyayên ku hesreta wan dikişand.  Mazlûm di êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk ya li ser Herêmên Parastinê yên Medayayê ya 1’ê Cotmeha 2019’an de tevlî karwanê şehîdan dibe.  Mazlûm bi saxî ji wesayita ku êrîş lê tê kirin, derdikeve lê belê hevrêyên xwe li wir nahêle û naçe.  Dibêjin ku dema dixwest hevrêyên xwe ji wesayitê derxîne, di encama êrîşa duyem de şehîd dibe. Mazlûm hemû jiyana xwe di van kêliyên kurt de nîşan dida.

Mazlûm bi xwe çîroka xwe ya bicoş, berxwedêr û bibiryar ya ku wê li ser zimanan kêm nebe û wê ji zarokên Kurdistanê re were vegotin, nivîsand. 

Helbesta Hasan Huseyîn a bi navê ‘Rêwî’  kurteya çîroka çûyîna wî ye ku ev helbest tu carî li ser zimanê wî kêm nedibû. 

‘’Ez dibînim ku tu dixwazî demildest bigihîjî li wir.
Tu aciz î, 
tu bicoş î û bênefes î, weke kevanekê yî,  ey rêwî
dilşoşiya gelekî bedew e, hêrsa te gelekî bedew e 
silav û rêz ji te re 
ey rêwî…’’