Birayê Bîlgîn: Em ê ji dewletê hesab bixwazin

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Kenan bîlgîn ê dema hate destgîrkirin û windakirin pirsîn. Birayê Bîlgîn got: “Em ê ji dewletê hesab bixwazin.”

Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” di hefteya 806’emîn de çalakiya xwe ji ber koronayê li ser hesabên meyaya dijîtal domand. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Kenan Bîlgîn (35) ê di 12’ê Îlona 1994’an de li Dîkmena Enqereyê ji aliyê polîsên ve hat destgîrkirin û carek din agahî jê nehat wergirtin pirsîn.

Di daxuyaniya hat dayîn de ewilî birayê Kenan Bîlgîn, Îrfan Bîlgîn axivî. Bîlgîn da zanîn ku di salên 1990’î de bi awayek sîstematîk îşkence û windakirin dihat kirin û birayê wî di encama tundiya sîstematîk de hat windakirin. Bîlgîn qala windabûna kekê xwe kir û serlêdanên wan ên ji bo dîtina kekê wî hemû bêencam mane.

Bîlgîn anî ziman ku di dosyeya birayê wî de li gel ku her tişt eşkere û zelal e jî ser dosyeyê hatiye girtin û got: “Di dosyeyê de her cûre agahî û belge hene. DMME’yê jî div î warî de Tirkiyê mehkûm kir. Em jî dibêjin heta nefesa xwe ya dawî em ê ji dewletê hesab bixwazin. Wê dosye li ser daxwaza wan neyê girtin. Ji bo dosye were girtin divê kujeran derxin holê.”

Piştî Bîlgîn, Cavît Nacî Tarhan ê bi Kenan Bîlgîn re hatibû destgîrkirin axivî û tevî hemû şahidiya wî jî lê Tirkiyê li şahidên nepen guhdar kiriye û got: “Ji bo vegotina tiştên min dît û bûme şahid peywîrek mirovî ye. Ez şahidim û bila her kes guh bide min.”

Parêzer Kamîl Tekînsurek jî derbarê dosyeyê de agahî dan û got têkoşîna wan a hiqûqî didome.

Daxuyaniya hefteyê ji Mirovên Şemiyê Rêzan Karaman xwend û derbarê windakirina Bîlgîn de agahî da. Karaman got li gorî vegotina şahidan Kenan Bîlgîn hatiye êşkencekirin û windakirin. Karaman da zanîn ku tevî hemû hewldana têkoşîna hiqûqî ya malbatê jî û li gel her tişt di dosyeyê de eşkere ye jî dadgehê ser dosyeyê girtiye. Karaman got her çiqas DMME’yê Tirkiyê mehkûm kiribe jî lê dîsa jî ne aqûbeta Bîlgîn hat eşkerekirin û ne jî kujer hatin darizandin. Karaman bi boneya salvegera 26’emîn a windakirina Bîlgîn bang li rayedaran kir û got: “Ji bo lêpirsîna û dîtina kujeran pêwîste rayedar bikevin tevgerê û wezîfeya xwe bicih bînin.”