'Bila cezayê muebbetê li qatilên jinan bê birîn'
Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, xwestin qatilên jinan bi muebetê bên cezakirin.
Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, xwestin qatilên jinan bi muebetê bên cezakirin.
Platforma Em ê Cinayêtên Jinan Rawestînin, ji bo balê bikişînin ser cinayetên jinan, li Qda Manolya ya Manîsa daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Sevgî Akyuz a li ser navê jinan daxuyanî da, got ku ji bo cezayên qatilên jinan nayê kêmkirin û bi muebbetê bên cezakirin, bi salane têdikoşin û ji bo wê gelek caran pêşnûmeqanûn pêşkeşî meclîsê kirine.
Akyuz anî ziman ku meclîsa ji bo astengkirina cinayetên jinan ti gavên berbiçav neavêtin û ket betlaneyê wê di dema nû de jî jinan li hember xwe bibîne, heta cezayê muebbeta girankirî ya ji bo qatilên jinan bibe biryar wê têkoşîna xwe bidomînin.