BI DÎMEN

'Bi xwendina pirtûkan jiyana mirovan tê xemilandin'

Ciwanên ku tevlî pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan bûne diyar kirin ku bi xwedinê mirov xwe nas dike û jiyana wan bi zanistê tê xemilandin.

Xwendin bingehê damezirandina zanînê ye, rê li pêşiya asoyên zanist û pêşketinê vedike, jiyana mirovan hêsantir dike û zanista wan bilind dike. Bi xwendina helbest, roman, wêje û pirtûkên zanistî mejiyê mirov wek çemekê diherike. Bi xwendinê, tişta ku mirov dixwaze dikare bi peyamek rast zelal ragihîne. Axaftina mirovan çêtir dike û peyvsaziya wan rengîn dike. Ji aliyekî din ve eger civak nexwîne li paş dimîne û bingehê afirandina nifişekî nezan ava dike. Ji bo ku di jiyana her kesî de xwendin bibe erkekî rojane, divê rojê demek ji xwendinê re were veqetandin. Yan jî her demek çalakiyên xwendinê ji bo ciwanan werin lidarxistin. Xwendin çalakî û zindîtiya mejî pêş dixe, analîz û çavdêriyê bilind dike, dihêle mirov bi xwendinê eleqedar bibe. Her sal jî wek vê demê Pêşengeha Şehîd Herekol a pirtûkan wek derfetek xwedinê ji bo gel tê lidarxistin.

Ciwanên ku tevlî pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan bûne, derbarê mijara giringiya xwendinê û çawaniya xwedîderketina li van pirtûkan, rojnamevana ciwan Sariya Şêxo, Mûsa Xelef û Rona Egîd ji ajansa me ANF’ê re axivîn.

‘DIVÊ PIRTÛKÊN RÊBER APO ROJANE BIXWÎNIN’

Rojnamevan Sariya Şêxo got ku ji bo wan ev pêşengeh derfeta xwendin û naskirinê ye, pirtûkên herî girîng jî yên Abdullah Ocalan in û destnîşan kir ku hem wek ciwan û hem jî wek rojnamevan divê xwedî li pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û wan rojane bixwîne. Sariya Şêxo wiha axaftina xwe domand, “Wek ku tê zanîn her sal wek vê salê Pêşengeha Şehîd Herekol a pirtûkan tê lidarxistin. Di vê pêşengehê de gelek pirtûkên bi mijar û zimanên cuda cuda tê de tên pêşandan. Em wek rojnamevan û ciwan divê mafê van pirtûkan bidin û tim bixwînin. Di vê pêşengehê beşek taybet ji pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatiye pêşandan, gerek bi mereqek pir mezin pirtûkê Rêber Abdullah Ocalan bixwînin û di jiyan xwe ya piratîkî de pêk bînin. Dema ev pêşengeh tê vekirin bi armanca ku derfetek li cem gelan çêbibe, xwendina xwe ya pirtûkan û zanîna xwe pêş bixin.” 

‘BI XWENDINÊ MIROV XWE Û CIVAKA XWE NAS DIKE’

Mûsa Xelef diyar kir kû divê mafê xwendinê bê dayîn û bi taybetî jî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê bên xwendin. Her wiha Mûsa got ku divê hemû ciwanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî pêşengehê bibin û vê derfetê xwendinê ji bo pêşxistina xwe û civaka xwe qezenc bikin û wiha pêl da axaftina xwe, “Ez ji bajarê Dêrikê hatime bajarê Qamişlo da ku bi pirtûkxaneya xwe tevlî pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan bibim. Rastî jî erka li ser pişta me ji bo xwendinê pir girînge û gerek em xwedî lê derkevin. Bi xwendinê mirov xwe û civaka xwe nas dike, hem dikare li hember hemû demên zehmet serî hilde. Pirtûkên Rêver Apo bi taybet divê ji bo me bingeh bin û li her deverî cîhanê nîşan bidin.” 

‘BI XWENDINÊ CIVAKA MIROV TÊ XEMILANDIN’

Mûsa da zanîn ku kêfxweşiya wî bi tevlîbûna Pêşengeha Şehîd Herekol re pir mezine û ji bo tevahî ciwanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir ku tevlî pêşengeha pirtûkan bibin. Mûsa di dawiya axaftina xwe de wiha peyivî, “Bi naskirina mirov ji pirtûkan re gelek guhertin di kesayet de tê avakirin. Her wiha mirov nêzî derdora xwe bibe û her kesî nas dike. Gotina min da dawî jî ewe ku çi ciwanê ku vê salî nikarî derbasî Pêşengeha Şehîd Herekol bibe, sala bê beşdar bibin û xwe pêş bixin. Her wiha bi xwendinê civaka mirov bi zanistê dixemile û bi taybet ji bo ciwanan.” 

‘JI BER ZEXTÊN HEYÎ HIN PIRTÛK DERBAS NEBÛN’

Biçûktirîn ciwana ku tevlî Pêşengeha Şehîda Herekol a pirtûkan bûye Rona Egîd a ku temenê xwe 15 salî ye, da zanîn ku ev 4 sal in ew bi navê pirtûkxaneya xwe ya “Rona” beşdarî Pêşengeha Şehîd Herekol dibe û wiha got: “Ev 4 sal in ez tevlî Pêşengeha Şehîd Herekol a pirtûkan dibim. Her wiha pirtûkxaneya min hemû çîrok û mijarên zarokan di nava xwe de dihewîne. Her wiha navnîşanên ku ez pê tevlî pêşengehê bûme bi Zimanê Kurdî 75 navnîşan, Zimanê Erebî 50 navnîşan û Zimanê Îngilîzî ew jî 50 navnîşanin.  Me di hin aliyan de astengî kişand, wek anîna pirtûkan ji ber zext û dorpêça li herêmê me nikarî gelek pirtûkên din derbas Rojava bikin.”

‘BI XWENDINÊ WÊ LI HEMBER ZEHMETIYAN BISEKININ’

Rona Egîd got ku çanda xwendinê di nav gel de kêm e, ji ber wê erka wan ewe ku xwendinê di civakê de hîn bêhtir bidin pêş. Rona di dawiya axaftina xwe de wiha axivî, “Divê di nav civaka me de hîn bêhtir xwendina pirtûkan pêş bikeve. Ji ber wê jî ez tim dixwazim pitûkên balkêş û bi taybet yên zarokan di pirtûkxaneya xwe de dagirim. Her wiha ez bikaribim wan bêhtir nêzî ziman bikim û wan di temanê zaroktiyê de pêş bixim. Divê em wek ciwanên pêşerojê li hember tevahî zextên heyî bi xwendina pirtûkan bisekinin.”