Bi têkoşîna azadiyê ya jinên Kurdistanî û Îranî rewşa dawî ya li Îranê

Li Îranê zextên li ser 'Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî' dewam dikin. Di salvegera 1'emîn a qetilkirina Jîna Emînî de ji bo tevlîbûna li çalakiyan bang hate kirin.

Piştî ku Jîna Emînî hate qetilkirin, ji aliyê azadiyê ve li welêt çirûskek pê ket. Gelo sedema vê raperîna jinan a li dijî rêveberiya Îranê çi bû?

Bi Şoreşa Îslamî ya 1979'an re li gorî qanûnên şerîatê gelek mafên jinan ji wan hatin standin. Halbûkî tevgera jinê ya li Îranê xwe dispart raperîna jinê ya Tebrîzê ku sala 1890'î pêk hat. Her wiha di destpêka sedsala 20'an de di dema Şoreşa Destûra Bingehîn a 1906-11'an bi navê 'Encûmenên Jinê' tevgerek ji konseyên jinê yên nîv veşartî ava kir, ji bo jiyana rojane ya jinê mafên girîng bi dest xist.

Li Îranê di dema Şah Riza de (1932-1941) li zanîngehan mafê perwerdeyê yê jinan, mafê kar, temenê zewacê ku herî kêm 15 salî be, mafê cihêbûnê hebûn. Cemiyeta Jinê ku sala 1943'an ava bû, di sala 1952'an de dest bi têkoşîna dayina mafê siyasî ji bo jinan kir. Di vê têkoşînê de ku 10 salan dewam kir, sala 1963'an piştî ku jinên karker ketin greva giştî ya rojekê, jinên Îranî sala 1963'an mafê dengdanê bi dest xistin.

DEWRIYEYÊN AHMEDÎNEJAD

Mafên jinên Îranî sala 1979'an bi Şoreşa Îslamî ya Îranê re derbeke mezin xwarin. Di dema Mûhammed Xatemî de ji aliyê nixumandinê ve nermbûnek hebe jî bi temamî pêkanîneke pêşketî nekete meriyetê. Di dema Mahmûd Ahmedînejad de ku sala 2005'an weke Serokkomar hate hilbijartin, Polîsên Exlaqê bi navê xwe yê din Dewriyeyên Îrşad ku di kuştina Jîna Emînî de rola xwe hebû, hatin avakirin. Ev dewriyeyên ku ji personelên jin û mêr pêk tên, ji sala 2006'an û pê ve ketin meriyetê. Ji bo van dewriyeyan ku bi wesayitên kesk digerin, erk hate dayin ku eger makyaj, nixumandin û kincên jinan guncav nebînin dikarin wan bigirin.

DIRÛŞMA 'JIN, JIYAN, AZADÎ'

Di van çalakiyên protestoyî yên Îranê de yek ji nîşaneyên herî girîng dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bû. Ev dirûşma ku Tevgera Azadiyê ya Kurd di çarçoveya perspektîfa azadiya jinê de bi kar tîne, li ser zimanê jinên Îranî bû 'Zan, Zendengî, Azadî', her wiha weke 'Jin, Jiyan, Azadî' li tevahiya cîhanê belav bû.

Çalakiyên şermezarkirinê yên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kirin, salek li pey xwe hiştin. Li welêt di ser 500 kesî re mirov hatin qetilkirin. Heta niha bi hinceta ku tevlî çalakiyên protestoyî û bûyerên tundiyê bûne 7 kes hatin darvekirin.

Dewleta Îranê bi gelek rê û rêbazên zextê hewl dide çalakiyên protestoyî bitepisîne. Herî dawî di 21'ê Gulana 2023'an de bi navê 'Pêşnûme qanûna piştgiriya ji bo çanda nixumandinê û îffetê' ji komîsyona meclîsê derbas kir ku li gorî vê yekê kesên li gorî rêvebernameya kincên Îslamî tevnegere wê bêne cezakirin.

Rêxistina Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRA) a li Îranê ragrihand ku pêşnûme qanûn niha ji aliyê Konseya Parastvanan a Îranê ve tê nirxandin û piştî ku hate pejirandin wê li parlamentê jî bibe qanûn û meha Cotmehê bikeve meriyetê.

AMADEKARIYA JI BO ÇALAKIYÊN 16'Ê ÎLONÊ

Li bajarê Seqizê ku warê Jîna Emînî ye, di salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna de ji bo çalakî û grevê bang hate kirin. Li gelek welatên cîhanê ji îro û pê ve wê bi pêşengiya tevgerên jinan ên Kurd û Îranê çalakiyên piştevaniyê bêne lidarxistin. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) daxuyanî dan û ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê li gel kirin.

Dewleta Îranê jî beriya çalakiyên bîranînê dest bi destgîrkirinê kir. Gelek qenalên televîzyonê yên nûçeyan û ajansan agahî spartin aktîvîstên li Îranê û diyar kirin ku beriya salvegerê li Îranê zext giran bûne.