Bi şoreşa Rojava re jinan qanûnên xwe ava kirin
Bi şoreşa Rojava re jinan qanûnên xwe ava kirin
Bi şoreşa Rojava re jinan qanûnên xwe ava kirin
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê herî zêde ji bo jinê destketiyên giring bi xwe re anî. Ji bo jina ku di bin rejîma Baas hatî xeniqandin ev şoreş wek derfetek bû. Her jinek ku li Rojava jiyan dike Kurd be, Ereb be, Asûrîbe, Sûryan be, ferq nake xwe di vê şoreşê de dît. Ji ber ku ev şoreşa jinê bû. Yek ji wan jinan jî parezer Emîne Omer e. Emîne Omer bi hizrê jinan piştî şoreşa Rojava hem wek parêzer hem jî wek jin guhertinên ku çêbûnî nirxandin.
Berdevkê Navenda Mafnasî ya Rojavayê Kurdistanê Parêzer Emîne Omer piştî şoreşê hem jiyana xwe ya teybet de hem jî wek qanûnnas pêşketinên çê bûne nirxand. Omer, balkişand ku wek jin beriya şoreşê tevî ku parezer jî bû, rastî zextên qanûnên baviksalarî dihat û pir zehmetî dikişand. Lê piştî şoreşa Rojava hem di jiyana wê ya teybet hem jî di parêzeriya wê de wek jin pir guhertinên erênî çebûne.
Omer vê rewşê wiha rave dike: “Beriya şoreşê tevî ku ez parezer jî bûm mafê min zêde tine bû. Sîstema Baas tu maf nedida jinê, jin di her warî de di bin zextan de bû. Min her tim hîs dikir ku ez paşde ketime. Dema ez li rewşa niha mêze dikim di aliyê zihniyetê de pir guhertin li gel min çê bûne. Ez dikarim mafê xwe biparêzim. Di malê de jî di bin zextan de bûm. Ez niha zarokên xwe jî ji bo dema pêş amade dikim. Ez gelek kêfxweş im ku bi vê şoreşê re pêşketin li gel min çê bûne.”
DI QANÛNÊN REJÎMA SÛRIYEYÊ DE TI MAFÊ JINÊ TINEBÛN
Omer berdewama nirxandinên xwe de tîne ziman ku di dema rejîmê de ti mafê jinê tinebû û piştî şoreşa Rojava jin bûye pêşeng û di gelek aliyan de jin bûne xwedî rolek girîng. Omer nirxandinên xwe wiha dewam dike: “Di rejîma Sûrî de di şekil de wekheviya jin û mêr heyelê di pratîkê de wisa dernakeve holê. Hem aliyê siyasî, hem aliyê nîzam, hem di aliyê aborî de qanûnên li hemberî jinê hatine çêkirin di bin bandora şerîatê de hatine çêkirin. Mînak di qanûna rejîmê de jinek 17 salî dikare bizewice. Jinek di wî temenî de be çawa dê bikaribe biryara zewicandinê bide? Ev ji bo jinê pir xeter e. Wekî din di qanûna rejîmê de zilam dikarin heta bi 4 jinan re bizewice. Ev fermî di qanûna şerîatê de heye. Bê ku psîkolojiya wê jinê bifikirin, zor û zehmetiyên ku ew jin bikişînin bifikirin ev qanûn hatine fermîkirin. Qanûnek din jî li dijî jinê ku danîne şahidiya du jinan bi ya zilemekê ye. Yanî jin nîvî zilêm tê hesibandin. Carek din di parvekirina mirate de zilam ji jinê du qat bêtir par digire. Zilam kîjan demê bixwaze dikare dest jinê berde bê ku bifikire ku dê jin biçe ku derê, çawa bijî. Lê jin wek zilam nikare bi hêsanî cihê bibe. Zilam dikare zarokê wê jî ji dayikê bistîne. Jin bê xwesteka zilam nikare biçe ji derve kar bike.”
Omer piştî ku der barê hin qanûnên li dijî jinê hatine çêkirin de agahî dan, nêrînên xwe der barê van qanûnan anî ziman û wiha berdewam kir: “Jin her tim ji zilam bêtir kar dike. Lê mirov mêze dike ku mafên jinê di her alî de hatine binpêkirin. Jin ji zilam baştir difikire, kar dike, xwedî wijdane. Lê tevî vê jî çima mafên jinê ewqas hatiye binpêkirin. Rastî min di parêzertiya xwe de, beriya şoreşê mafek berbiçav nedidît. Wexta ez diçûm dadgehê min nedizanî ezê kîjan awayê biparêzim. Ji ber ku qanûn bi xwe li dijî jinê hatibû amadekirin. Lê piştî şoreş destpê kiriye mafê jinê di her awayî de zêde bû.
Ji bo ku jin hiqûqa xwe bizanibe em xebat dikin. Bi rêya şoreşê gelek qanûnên civakî yên li hemberî jinê zext dikirin hebûn. Wek me behskirî ev qanûn li dijî jinê hatibûn amadekirin. Ji bo ku bandora van qanûnan li ser jinê em kêm bikin û hiqûqa jinê li wê bidin nasîn em xebat dikin. Ji bo ku jin hiqûqa xwe bizanibe em xebatan dikin. Armanca me di navbera jin û zilam de çêkirina wekheviyê ye. Ji bo ku em van xebatan bi serketî bimeşînin pêwîste jin rola xwe bilîze. Ji ber ku jina ku dikare zîhniyetê biguhere, tekoşînê bike, bi awayeke rast tevbigere, dikare rola xwe bilîze.
BI ŞOREŞÊ RE JIN BI VÎNA XWE TEVGERIYA
Li Rojava Xweseriya Demokratîk hat îlankirin. Di vê pergalê de cihê jinê diyarkere. Sîstema hevserokatiyê ji bo wekheviyê gaveke girînge. Armanca Navenda Mafnasî ya Rojavaya Kurdistanê jina ku berê mafê xwe yên xwezayî nedizanî yan jî nedikarî bîne ziman, bi awayeke demokratik bîne ziman û biparêze. Ji bo ku ev qanûn werin guhertin hewldanên me hene. Hiqûqa Sûrî ya desthilatdariyê bû û ti mafên gelan tinebû. Em dixwazin hiqûqa ku exlaqê civakê bingeh digire bidin meşandin. Di vê çarçoveyê de têkiliyên me li gel saziyên din ên jinê wek Yekitiya Star, Sara, Însiyatîfa Jinên Sûriyeyê heye.
Wek sazî her dawiya mehê, weşanên me yên ku di bingeha Xweseriya Demokratîk de hatine amadekirin derdikevin. Mînak li ser malbata Demokratîk dê çawa be? Me di bingeha Parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çêkir. Yanî dê malbatek çawa demokrat be. Ji bo ku pergala berê ku di mejî de hatiye rûniştandin bê guhertin, pêwîste çawa tevbigerin? Me li ser vê amade kir û weşand."