Bi sedan jin li dijî şîdeta zilam-dewlet li Londrayê meşiyan

Tevgera Jinên Kurd û Piştewaniya Jinê ya Londrayê jî di navê de tevgera “Bi Mîlyonana Jin Serî Hildidin” bi boneya 25’ê Mijdarê daketin kolanan û li dijî şîdet û cihêkariyê meşiyan.

Li paytexta Îngîltere Londonê jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî jî di navê de tevgera Bi Milyonana Jin Serî Hildidin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê meş û mîtîngek lidarxistin.

Îsal jin li New Scotland Yard ku avahiya navendî ya polîsên Îngîltereyê ye hatin ba hev, diyarkirin ku ewê ti carî jinên hatinî qetilkirin ji bîr nekin û peyama têkoşîna bihêztir dan.

Bi pankart û dovîzan nerazîbûn nîşanî hemû cûre şîdetan hat dayin.

Jinên Kurdistanî û dostên wê jî bi pankarta “Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina civaka azad û jina azad e” û dovîzên xwe di nav çalakiyê de cihê xwe girt.

Di axaftinên li wir ahtin kirin de bal hate kişandin li ser şîdeta zilamsalarî, şîdeta polîsan û helwesta dewletan ya li hemberî şîdeta li ser jinê.

Nûnerên Platforma Piştrwaniya Jinê ya Londrayê û Însiyatîfa Jinên Kurd ku tevlê çalakiyê bibûn jî destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi betalkirina Peymana Stenbolê şîdeta li ser jinê xwedî dike.

Di çalakiyê de birûşmeyên “Ji şîdeta li ser jinê re na”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Stop Vîolence Agaînst Women” hatin berzkirin.

Piştre li ser navê pêkhateyên jinan yên tevlê çalakiyê bibûn axaftin û peyam hatin dayin û banga bilindkirina têkoşîna enternasyonalîstî ya jinê ya li hemberî şîdetê hat kirin.