Bi sedan jin ji Boko Haram hatin rizgarkirn

Li Nîjeryayê di operasyonên li hemberî terorîstên Boko Haram de piraniya wan jin 300 kes hatin rizgarkirin. Nayê zanîn ku yên hatine rizgarkirin xwendekarên keç ên par hatine revandine yan na.

Li Nîjeryayê di operasyonên li hemberî terorîstên Boko Haram de piraniya wan jin 300 kes hatin rizgarkirin. Nayê zanîn ku yên hatine rizgarkirin xwendekarên keç ên par hatine revandine yan na.

Di daxuyaniya ji aliyê artêşa Nîjeryayê ve hat dayîn de hat ragihandin ku di çarçoveya du operasyonên cuda de 4 kampên leşkerî yên Boko Haram hatine bi destxistin û bi sedan kes hatine rizgarkirin.

Li gorî vê yekê di kampeke Boko Haram a li nêzî bajarê Chîbok de 200 zarokên keç û jinên ciwan hatine rizgarkirin. Di 3 kampên li herêma bi navê Samrîsa-Wald jî, 93 jin hatin rizgarkirin.

Di daxuyaniya artêşê de hat ragihandin ku jinên hatine rizgarkirin ne hînê nayê zanîn ku xwendekarên keç ên di Nîsana par de li bajarê Chîbokê hatine revandine yan na. Di bûyera ku tevahiya cîhan rabû ser piyan de çeteyên Boko Haram 276 xwendekarên keç ên li dibistanekê revandibûn.

Piştî bûyerê bi dehan keç reviyabûn, lê 219 ji wan nekarîbûn xwe ji çeteyan rizgar bikin.