Festîvala Jinan a Zîlan a ku li Elmanyayê weke çandekê lê hatî, îsal a 13’emîn bi şiyara “Wê Bi Berxwedana Jinê Ve Jiyana Azad Bi Ser Bikeve” destpê kir. Festîvala ku ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ) li gel Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya (TJK-E) hevpar hate lidarxistin, tevî barana zêde bi beşdariya hezaran kesî ve li Dortmûndê hate lidarxistin. Li ser dika festîvalê li gel posterên Zeyneb Kinaci (Zîlan) posterên kesên di têkoşîna azadiya Kurdisanê de jiyana xwe ji dest dane û pankarta “Hebûna Rêber Apo Xwebûna Me Ye” hate daliqandin. Her wiha pankart û dowîzên cuda cuda jî hatibûn daliqandin.
Festîvala ku bi Sirûda Netewî Ey Raqîb start hate dayîn, li ser navê komîteya rêkxistinê Zûsanne Rozelîne axivî û diyar kir ku ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinên cihanê têkoşînê dikin, li dijî bêmafî û bê edaletiyê hemû jin vexwend têkoşîn û piştgiriyê.
‘BÛ RÊNÎŞAN’
Di festîvalê de, ji TJK-E’yê Aliye Varto axaftin kir. Varto di axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta Zîlan û têkoşîna wê û got: “Çalakiya Zîlan hem di Têkoşîna Azadiya Kurd û hem jî di dîroka jinê de bû xwedî cihekî girîng û mezin. Heval Zîlan bû rênîşana ku wê çawa li hemberî komployên ku li ser Rêbertiya me û gelê me hata roja îro didome çawa têkoşîn bike diyar kir. Ji wê rojê heta îro jina Kurd ji bo xwedî li Rêbertiya xwe û Kurdistanê derkeve xwe feda dike.”
‘EM Ê RÊBERTÎ Û KURDISTANÊ AZAD BIKIN’
Varto di dewama axaftina xwe de diyar kir ku jina Kurd di têkoşîna xwe de berdêlên mezin dane û wiha pêde çû: “Zîlan, Sakîne, Sêvê, Fatma û Arîn Mîrkan di têkoşîna jinê de bûne rênîşader. Ya dikeve ser milê me xurtkirina têkoşîn û soz didin ku Rêbertî û Kurdistanê azad bikin.”
‘WÊ GELÊ KURD QEZENÇ BIKE’
Aliye Varto herî dawî wiha got: “Dewleta Tirk çi tişta aîdê Kurdistanê be li kû di be bila bibe êrîş dike, ji bo ciwanan li gel xwe kom bike serî li hemû rê û rêbazên qirêj dide. Lê bi ser nakeve. Gelê Kurd ê ku heta niha bi hezaran berdêl dayî wê qezenç bike û ew ê winda bikin. Divê her kes vê bizane.”
Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde, Koroya Zarokan a Dortmûndê û Hunermendê Rojhilatê Kurdistanê Hanî derket ser dikê.
Festîval, bi bernameyên çandî dewam dike.