'Bi ruhê berxwedana jinê em ê tecrîdê bikişînin'

Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê gotin, "Em ê bi ruhê berxwedana jinê tecrîdkirina Serokatî bi dawî bikin."

Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya 8'ê Adar ê ji ANF'ê re axivîn û gotin; "Em roja berxwedanê li Serokatî û tevahî jinên kedkar û berxwedêr pîroz dikin. Em ê bi ruhê berxwedana jinê tecrîdkirina Serokatî ji holê rakin. Îdaya me ew e ku em ê jiyanek azad bi Serokê xwe re bijîn."

'EM Ê XWE, JIYAN Û CIVAKA XWE AZAD BIKIN'

Gerîlaya bi navê Arîn Koçer di destpêka gotinên xwe de 8'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dike û got, "Heke Serokatî nebûya me xwe nas nedikir û roja me ya ji bo azadiyê şer nedikir. Bi Serokatî jin bû xwedî îrade, têkoşîn û berxwedanê ji bo nirxê xwe dide û ji bo azadiya xwe jî şer dike. Li van çiyan bi fikir û ramanên Serokatî em xwe nas dikin, hay ji hebûna xwe çêdibin. Em fêm dikin ku çima ewqasî êrîş li jinê tê kirin û bê maf tê hiştin. Em gerîlayên jin bi ruhê vê rojê em ê têbikoşin." Arîn Koçer ji bo tevahî jinên cîhanê jî got, hêvî û bendewariya wan ew e ku xwe di bîrdoziya Serokatî de rêxistin bikin. Di dewama gotinên xwe de bal kişand ser pêşengiya jinê ya li nava civakê û wiha dewam kir: "Bi rastî jî em di bîrdoziya Serokatî de xwe nas dikin. Ji her alî ve. Di roja me ya îro de mirovahî nemaye. Serwextbûna sedema vê û têkoşîna li dij vê pir girîng e. Zanîna wate û dîroka vê rojê ji bo me gelek girîng û pîroz e. Gotineke Serokatî heye, dixwazim bi wesîleya vê rojê bibêjim; Serokatî dibêje, 'jina azad civaka azad e'. Fêhmkirina rastiya vê gotinê ji bo her kesî hewcehiyeke sereke ye. Jin pêşenga her tiştî ye, pêwîste ev rastî were dîtin û li gorî vê têkoşîn were geşkirin."

Gerîla Arîn di dawiya axaftina xwe de îdîaya xwe ya li bara pêvajoyê bi van gotinan bi lêv kir, "Heya roja me ya îro jin her tim li ber xwe didin. Bi zanabûn û rêxistinî kirina vê berxwedanê û ji îro pê de geşkirina vê berxwedanê peywira tevahiya jinan e. Li ser fikir û ramanên Serokatî divê mirov zêdetir xwe nas bike, li ser vê bingehê kesayatiya xwe biguhere, ji bo azadiyê ev mijar girîng e. Ji me tê xwestin ku di xeta azadiyê de em jin pêşengiyê bikin. Em gerîlayên jin soza xwe ya ji bo Serokatî dîsa dubare dikin, em ê xwe, civaka xwe azad bikin û serketî bibin."

'PÊWÎSTE E JIN HER TIM TÊBIKOŞIN'

Yek ji gerîlayên YJA Starê Gulan Gelî Wan jî got, "Beriya bi dest gotinên xwe bikim, ez roja berxwedan û tekoşînê roja 8'ê Adarê li Serokatî pîroz dikim. Her wiha li tevahî jinên cîhanê yên ku li hember pergala zilam têdikoşin pîroz dikim. Ji bo me berxwedan û têkoşîna 8'ê Adarê rojek gelekî pîroz û bi nirx e. Em li ser vê bingehê wateyê didin wê. Ji bo me rojek wisa ye ku Serokatî bi sala şûnde jin hişyar kiriye, zana kiriye û nirx daye dîrok û berxwedana jinê." 

Gerîla Gulan bi domdarî anî ziman ku pergala modernîteya kapîtalîst her tiştê xwe li ser koletiya jinê û bêwatekirina jinê daye avakirin. Li ser vê mijarê jî got, "Jin kiriye mal û milkê xwe, dibêje, 'tu yan a min e yan jî ya axê'. Ango xistina malê yek kesî. Ev jî bîrdoziya modernîteya kapîtalîst a li bara jinê ye. Ev sedemên herî bingehîn in ji bo ku em li dijî vê pergalê têbikoşin. Bi rastî jî piştî ku beşdarî nava refên PKK'ê bûm ez hay ji hebûn û nasnameya xwe çêbûm. Çawa ku min hêdî hêdî birdozî, felseya Serokatî nas kir min ji xwe re got, ez encex li nava jiyana gerîlatiyê dikarim xwe bibînim û têbikoşim. Min cara yekemîn di nava tevgera PKK'ê de dît ku çiqasî nirx didin jinê, bi wate dikin û jiyanek ewqasî pîroz ji bo jinê tê avakirin. Em di wê îdeayê de ne ku em ê pergala dewletê bişkînin. Bêguman jin êdî hay ji xwe heye ku şerekî pir dijwar li hember wê tê kirin, pêwîst e li hember vî şerê jî her tim têkoşîn û berxwedan hebe. Pêngava niha bi pêşengiya Leyla Gûven hatiye destpêkirin rastiya pêşengiya jinê ya li nava civakê nîşan dide. Em vê têkoşînê silav dikin û em dibêjin em ê bi hev re vê berxwedanê bi ser bixin, tecrîdê bişkînin. Ev armanc û îdeayê me ye."

Gerîla Gulan diyar kir ku divê jin her roj li ber xwe bidin û got, "Ne tenê vê rojê, pêwîste em her rojê bi ruhê berxwedana 8'ê Adarê pîroz bikin û berxwedanê domdar bikin. Divê jin her roj têkoşer bin. Îdîa û armanca min ew ku Serokatî ji nav pergala Îmraliyê were derxistin, ev pergal were hilweşandin. Em ê serketineke mayinde bi berxwedana xwe biafirînin."

'JINÊ TIM BI BERXWEDANÊ DÎROKA XWE NIVISANDIYE'

Gerîlaya YJA Starê Binevş Cûdî jî di destpêka axaftina xwe de 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî jinan pîroz kir û got, "Bi rastî jî jinê her tim bi berxwedan û têkoşînê dîroka xwe nivîsandiye û xwedî li nirxên xwe derketiye. Em bejna xwe li hember tevahî jinên li hember pergala baviksalarî têkoşiyane û di encama têkoşînê de şehîd ketine ditewînin û wan bi bîr tinin. Beriya ez beşdarî nava refên gerîla bibim min ewqasî bi wateya vê rojê nizanîbû. Rast e me weke roja jinên kedkar dizanî lê me bi girîngiya wê nizanîbû. Lê li çiyayên azad û li nava gerîla hest û zanîneke gelek zêde bi mirovan re çêdibe. Di rastiya Serokatî de mirov beriya her tiştî rastiya însanbûna xwe fêhm dikin. Li nav pergalê em hay ji xwe nebûn."

Gerîla Binevş jî bi vî awayî dawî li gotinên anî, "Ez gerîlayeke YJA Starê bi wê îdea û armancê me ku rastiya Serokatî têbigihim, xwe nas bikim û hay ji xwe çêbibim. Armanca min ew e ku bi ruhekî fedayî şer bikim, tecrîda li ser Serokatî û gelê xwe bişkînim."