KJAR'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin 8'ê Adarê pîroz kir. Endama Koordînasyona KJAR'ê Gulan Fehîm diyar kir ku bi 8'ê Adarê re ew ê têkoşîna xwe bilind bikin û ji hemû jinên Rojhilat xwest ku bi ruhê Arîn û Şîrînan ax û azadiya xwe hembêz bikin.
Komelgeya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistan (KJAR) li Herêmên Parastinê yên Medyayê 8’ê Adarê bi coş pîroz kir. Bernameya pîrozbahiya gerîlayên jin yên Rojhilat bi merasîmeke leşkerî destpê kir. Endama Koordînasyona KJAR’ê Gulan Fehîm, Hevseroka PJAK’ê Evîndar Rênas, Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya û Endama Konseya Rêveber a KODAR’ê Şervîn Maku di protokolê de amade bûn.
"BI RUHÊ ARÎN Û ŞÎRÎNAN AX Û AZADIYA XWE HEMBÊZ BIKIN Û BIPARÊZIN"
Gulan Fehîm roja berxwedanê ya jinan li tevahî jinên cîhanê, li jinên Îranî, Rojhilatê Kurdistanê, hemû jinên tekoşer û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Gulan Fehîm di merasîmê de bi taybet balkişand ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got “Jiyaneke bê Ocalan ji bo me herame”. Gulan Fehîm herî dawî jî da zanîn ku ew ê weke KJAR bi 8’ê Adarê re tekoşîna xwe bilindtir bikin û ji hemû jinên Rojhilat xwest ku bi ruhê Arîn û Şîrînan ax û azadiya xwe hembêz bikin.
Bi bernameyeke dewlemend a ji şano, skêç, koro, helbest, govend û hwd. jinan cejna xwe ya berxwedana jinê pîroz kirin. Gerîlayên jin ên Rojhilat peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a ji bo 8’ê Adarê bi kelecaneke mezin pêşwazî kirin.
KJAR bi boneya rojê Komelên Jinên Kurdistan (KJK) vexwendin pîrozbahiyê û axaftina rojê, bi navê Konseya Rêveber a KJK’ê Evîndar Ararat kir.
"ROJA PARVEKIRINA KÊFXWEŞÎ, SERKETIN, DESTKETIYÊN JINÊ Û BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE"
Evîndar Ararat got, tekoşîna jinan a azadiyê gerdûnî ye û wiha berdewam kir; "Jinên Kurd ne rojek her roj veguhertine 8’ê Adarê. Ji lewma tekoşîna me jinên Kurd ew e ku em her rojek bikin roja berxwedan, tekoşîn û azadiya jinan. Em kêlî bi kêlî tekoşîna azadiyê didin û di rojên wiha de asta serketina berxwedana xwe û piştevaniya xwe ji bo tevahî jinên herêmê û giştî cîhanê diyar dikin. Ev roj roja parvekirina kêfxweşî, serketin, destketiyên jinê ye û bilindkirina tekoşînê ye. Em her sal di vê rojê de asta tekoşîna xwe, destketî, kêm û kurtiyên xwe yên tekoşînê di ber çavan re derbas dikin, bala tevahî cîhanê dikişînin ser pirsgirêka jinan û tekoşîna xwe derbasê qonaxeke nûtir dikin."
"TENÊ JIN DIKARIN PERGALA ZILAMSALAR Û ZALIM A ÎRANÊ DEMOKRATÎZE BIKIN"
Ararat bi navê KJK’ê ji KJAR û HPJ’ê xwest ku bibin pirek di navbera tekoşîna azadiya jinên Kurd û jinên Îranî de û wiha berdewam kir “ KJAR û HPJ nûnerên tekoşîna azadiya jinên Kurd yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne. Bi felsefeya Rêber APO pergala xwe saz kirine, divê ev tenê bi jinên Rojhilatê Kurdistanê re sînordar nemîne, bigihije hemû jinên Îranî ku çirke bi çirke dibin hovîtiya rejîma îslamî ya Îranê de dinalin û li benda henaseyeke azadin. Ti ewlehiyeke jinan li Îranê nînin û yên weke Reyhane dixwazin xwe biparêzin jî tên darvekirin. Tenê jin dikarin pergala zilamsalar û zalim a İranê demokratîze bikin û pêşengiya guhertinên mezin bikin. KJAR û HPJ ji bo demokratîzekirina İranê divê ji her demê zêdetir çalaktir bibin, rêxistina xwe mezin bikin û Paradîgmaya azadîxwaz û demokratîk ya Rêber APO derbasê nava tevahî gelên Îranê bike. Wê gel û bi taybet jî jinên İranê bi paradîgmaya Rêber APO re çavê xwe li jiyaneke ciwan û azad vekin”. bikin”.
Şahî bi govendeke mezin a gerîlayan bi dawî bû.